Bexçeyên Hevselê di bin avê de man

Bexçeyên Hevselê di bin avê de man

Piştî ku qalpaxeke Bendeva Dîcleyê şikîya re beşeke Baxçeyên Hevselê di bin avê de man.

Hat ragihandin piştî ku qalpaxeke Bendeva Dîcleyê şikîya re beşeke Baxçeyên Hevselê yên ku di Lîsteya Mîrasa Çandî ya Cîhanê ya UNESCOê de ne  di bin avê de man.

Berî vê 3 rojan  ji ber problemekê ji qalpaxên Bendeva Dîcleyê ya li Selmana Diyarbekirê qalpaxek şikîya û aveke zêde ji bendavê xwe berda Çemê Dîcleyê. Ji ber ava zêde ya ku herîkî kesên rayedar hişyarî li welatîyên ku li ber qerexa Çemê Dîcleyê dimînin kirin û ji wan xwestin ku qerexa çem biterikînin.

Piştî hişyarîya ku hat kirin gelek warên ku li qerexa çem bûn di bin avê de man. Ji ber ava ku xwe ji çem berda beşeke Baxçeyên Hevselê yên ku di Lîsteya Mîrasa Çandî ya Cîhanê ya UNESCOê de ne  di bin avê de man.

Li Pira Deh Çav a Diyarbekirê jî hat dîtin ku asta avê gelekî zêde bûye û kargeh û beşeke Baxçeyên Hevselê yên ku di Lîsteya Mîrasa Çandî ya Cîhanê ya UNESCOê de ne  di bin avê de man.

Polês û yekîneyên girêdatê AFADê li heremê bênavber digerin û bo ewlehîya welatîyan hişyarîyan dikin da ku xwe neberdin qerexa çem û ji avê muhafezeya xwe bikin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.