Bexda gefê li pêşmerge dixwe

Bexda gefê li pêşmerge dixwe

Bexda gefê li pêşmerge dixwe

Wezareta petrolê ya Iraqê ragihand ku hêzên pêşmergeyên Kurdistanê îro bîrên petrolê yên Kerkûkê kontrol kirin. Herwiha got ku eger Herêma Kurdistanê pêşmerge ji wan bîran nekişîne “wê encamên vê yekê xirab bin”.
 

Wezareta petrolê ya Iraqê di daxuyaniyekê de got “Hêzên pêşmerge dest danîne ser bîrên petrolê yên Kerkûk û Bay Hesen” û ji Herêma Kurdistanê xwest ku pêşmerge ji wan navçeyan bikişîne, “eger na wê encamê vê yekê xirab bin”.
 

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku “Em daxwaz ji birayên Kurd dikin ji hestiyariya vê rewşê têbigihin û fermanê bidin pêşmerge da ku ji wan bîrên petrolê bikişin”.
 

Wezareta petrolê ya Iraqê herwiha got “Diviyabû hêzên pêşmerge piştgiriya hêzên Iraêq bikira li dijî grûpên terorîstî û ev rewş ji bo berjewendiya xwe û dagîrkirina bîrên petrolê bi kar ne anîba”.
 

Ji aliyê xwe ve, berdevkê wezareta petrolê ya Iraqê Asim Cîhad ragihand ku “hêzên pêşmerge îro dest danîne ser bîrên petrolê yên Kerkûk û Bay Hesen û karmendên Ereb ên li wir kar dikin derkirin û karmendên Kurd li şûna wan danîn ji bo ku kar bikin”.

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.