Bi berhevkirina kizwanan hewl didin alîkarîya debara malbata xwe bikin

Bi berhevkirina kizwanan hewl didin alîkarîya debara malbata xwe bikin

Li Çinara navçeya Diyarbekirê pîrekên ku kizwanan berhev dikin hewl didin ji debara malbatên xwe re bibin alîkar.

Li Xirbê Sitîla gundê Çinarê komek pîrek ên ku li deşt, newal û banîyan kizwanan berhev dikin dixwazin ji debara malbatên xwe re bibin alîkar.

Pîrekên Xirbê Sitîlî yên ku berî roj bavêjê ji gund derdikevin û berê xwe didin herêma ku darên kizwanên lê hêşîn bûne heta wextên êvarî dixebitin û rojane 10-15 kîlo kizwan berhev dikin.

Pîreka bi navê Gulhan Gursol a ku karê berhevkirina kizwanan dike derbarê mijarê de diyar kir ew piştî nimêja şeveqê ji malê derdikevin û heta ber êvarî kizwanan berhev dikin; lê belê beramberê te’ba xwe nastînin.

“Kizwan di çêkirina gelek tiştên mîna qahwe, sabûn û dermanan de tê bikaranîn”

Cahîde Yoruka ku zarokên xwe yên mezin digel xwe dibe berhevkirina kizwanan  derbarê mijarê de diyar kir sala borî kîloya kizwanan bi 4 wereqeyan bû û ew hêvî dikin îsal kîloya wê bibe 5 wereqe.

Yoruk dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em 5-6 kîlometreyan ji gund dûr dikevin û li herêma çiyayî dimeşin. Em kizwanên ku berhev dikin difiroşin. Kizwan di çêkirina sabûn, qahwe, derman û gelek  tiştên din de tê bikaranîn.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler