Bi ezma xwe di 62 saliya xwe de bû hafiz

Bi ezma xwe di 62 saliya xwe de bû hafiz

DİYARBEKİR - Aşiqekî Qur’anê yê 62 salî yê ku li navçeya Çinara Diyarbekirê dijî her çi qas temena wî pir be jî gihaşte xeyala xwe ya zaroktiyê.

Heci Adem Tekdal 62 salî yê ku aşiqê Qur’anê yê û li navçeya Çinara Diyarbekirê dijî  her çi qas temena wî mezin be jî gihaşte xeyala xwe ya zaroktiyê û bû hafizê Qur’anê.

Heci Adem Tekdal piştî  teqawîd bû re  bi derfetên xwe hewil da Qur’ana Kerîm hifz bike. Tekdal bi hewildanên xwe di 5 salan de li ba melayê hafiz ê mizgeftê gihaşte xeyala xwe ya zaroktiyê.

Tekdal her çi qas temena wî zêde be  jî gihaşte xeyala xwe ya zaroktiyê û bû hafizê Qur’anê. Tekdal bi helwesta xwe ji derdora xwe re dibe mînak.

Apê Heci Adem di derbarê mijarê ji ÎLKHAyê axivî: “Ez 62 salî me, min di 7 saliya xwe de dest bi xwendina Qur’anê kir. Min hêj zaroktiya xwe ve dixwast ku ez bibim hafiz, lê derfet bi destên min neketin. Dema ku ez li gund bûm derfeteke wisa neket destê min û dema ku em hatin bajêr jî ji mecbûrî ez dişixûlîm. Min vê firsetê encax piştî teqawîdiyê bi dest xist. Elbet piştî teqawîdbûnê  ev xwestek di dilê min de hebû.Berî vê 5 salan min dest bi hifzkirina Qur’ana Kerîm kir. Lê min li gor bernameyekê nediçû. Berî vê salekê Akîf Xocayê hafiz tayîna wî hat camiya me. Min digel wî dest pê kir û bi alîkariya Xweda min Qur’anê hifz kir.”

Di derbarê mijarê de Akîf Xocayê Hafiz  diyar kir ew ê Apê H. Adem têkeve îmtîhana Miftitiya Bajêr û bi belgeya ku ew ê bistîne karê xwe bixemilîne. (ÎLKHA)

 














 

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.