Bi hezaran zarokên penaber li Ewrûpa winda bûn

Bi hezaran zarokên penaber li Ewrûpa winda bûn

Hat ragihandin li Belçîkayê bi sedan zarokên penaber winda bûne, ev xeber cardin balan kişand li ser “zarokênwinda yên penaber.”

 Gelek zarokên penaber ên ku dê û bavên wan ên ku ne li ba wan in li Ewrûpayê winda dibin. Li gor daneyên Rêxistina Polêsên Ewrûpayê ya Europolê ji sala 2014an vir ve zêdetirî 10 hezar zarokên penaber li Ewrûpayê winda bûn. Hat ragihandin li Belçîkayê bes di sala 2018an de 618 zarokên penaberan winda bûne.

Li gor daneyên ku ji teref Child Focusa sazîya civakî ya siwîl a ku derbarê zarokên ku li Belçîkayê winda bûne û li wan tacîz hatiye kirin de xebatan dike  hejmara zarokên windabûyî ya penaberan li gor sala 2016an zêdetir bûye. Sazî destnîşan kir tê fikarkirin ku zarok têketibin destên kesên îstîsmarkeran.

Li welatên din jî rewş ji vê ne cuda ye.Rêxistina bi navê Deutsche Kinderhilfswerk a ku li Almanya xebatên xwe birêve dibe derbarê mijarê de xebatek kir. Li gor daneyên rêxistinê di sala 2017an de li Almanya zêdetirî 6 hezar zarokên penaber winda bûne.

Li gor daneyên Rêxistina Polêsên Ewrûpayê ya Europolê li tevahîya Ewrûpa zêdetirî 10 hezar zarokên penaber winda bûne û ji wan xeber nayê standin.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler