Bi saya hevkariya me di nav van 9 meh û nîvan de êrîşa terorî li Tirkiyê nehat kirin

Bi saya hevkariya me di nav van 9 meh û nîvan de êrîşa terorî li Tirkiyê nehat kirin

Sefîrê Emrîqa yê Enqerê John Bass, di warê qeyrana vîzeyê de daxwiyaniyên balkêş yên nû da.

Balyozê Emrîqa yê Enqerê John Bass, derbarê qeyrana vîzeyê ya ku di navbera Tirkiyê û Emrîqa de dewam dike daxuyanî da û destnîşan kir ku biryar ji teref hikumeta Emrîqa ve hatiye dayîn.

John Bass, îfade kir ku bi saya hevkariyê di van 9 meh û nîvên dawî de li Tirkiyê “êrîşê terorî” nehatiye kirin û da zanîn ku qeyrana di nav her du dewletan de bi dîyalogên hikumetan dikare bê çareserkirin.

Bass, diyar kir ku “ Em dixwazin di warê girtinê de delîlan bibînin” di mîsyonême de kesekî veşartî tuneye. Heta niha, ji teref polêsên Tirk ve biryara binçavkirinek nû çênebûye.”  

Hinek daxuyanîyê ku John Bass daye wisa ye:

-Dawiya hefteyê ez ji Enqere yê vediqetim. Dema Emrîqa û Tirkiye tevde dixebite em hê zêde bihêz dibin. Bêguman tiştekî ku em ê her tim bi hev re bixebitin tuneye. Di hefteyê de me pergalek bi vî awayî derbas kir. Pîştî hikumeta Tirkiyê biryarek girt me jî gavek avêt. Ev qirar rihet nehat girtin. Me vê qirarê bi xemginiyek mezin girt. Biryara vîzeyê ji teref hikumeta Emrîqa ve hat girtin.   

-Ji bo çi? li Tirkiyê xebatkarên me tên girtin me cewapek net negirtiye. Heman tişt li dîplomatên Tirk bihata kirin me yê ji were bigota.  

-Me bi rêyek dîplomatik ev pêşwazî nekir, lê belê em bi qirar in em ê dîyalogê dewam bikin. Ev diyalog li pêşîya raya giştî wê neyê kirin.    

-Bi saya hevkariya me di nav van 9 meh û nîvan de êrîşa terorî li Tirkiyê nehatiye kirin.

- Diwazim vê bêjim edî DAIŞ nikare li Tirkiyê çalakiyan bike. Ev bi saya hevkariya me û hikimeta Tirk çê bûye.

-Ez dikarim vê eşkere bibêjim Emrîka dewleta serbûxwe ya Kurd destek nake.

Ev biryara ji teref hikumeta Emrîka ve hatiyê gigtin. Berdevkê Wezareta Karê Derve jî ev bi awakî eşkere îfade kir. Ew eşkere dikin bê dîplomatê bi dewletên dinre çawa têkiliyan bikin. Em jî ji vê têkiliyê re hurmet dikin.

-Temamê xebatkarên me tev hemwelatiyên vi rin, em dixwazin li gorî qanunan hereket bikin. Em tu xebatkarên xwe ji darazê narevînin. Em dixwazin di warê van girtinan de delîlan bibînin. Ger delîlekî Topûz, wezîfa xwe derbas kiribe çalakiyek wî hebe em dixwazin bibînin. 

 

-Niha tu kesê di mîsyonê me de veşartî tuneye. Heta niha ji terefê polêsên Tirk ve biryara binçavkirinek nû çênebûye. (ÎLKHA)  


 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler