“Bi ya me di vê bûyerê de rûmeta însên hatiye binpêkirin”

“Bi ya me di vê bûyerê de rûmeta însên hatiye binpêkirin”

Serokê Giştî yê Cemiyeta Mafên Mirovan Mehmet Karadag ji helwesta polêsan a di dema serdegirtina ku berî vê 3 rojan li Diyarbekirê li mala xoceya Qur’anê hat kirin re bertek nîşan da.

Berî vê 3 rojan polêsan di wextên êvarê de digel tîmên taybet di ser mala xoceya Qur’anê Ayşan Orakçi de girtin û deriyê mala wê şikandin û têketin hundir.Polêsên ku têketin hundir firset neda Ayşan Orakçiya xoceya Qur’anê û qîzên wê yên di mal de da ku serê xwe binimumînin û heqaretan li wan kirin û Ayşan Orakçi desteser kirin. Serokê Giştî yê Cemiyeta Mafên Mirovan Mehmet Karadag derbarê vê mijarê de ji helwesta polêsan re bertek nîşan da û diyar kir di vê bûyerê de rûmeta însên hatiye binpêkirin.

“Şêwaza bûyîna bûyerê, di ser malê de girtin, helwesta polês a di mal de  ev tev balkêş in û divê ev hemû bên tehqîqkirin”

Karadag di axavtina xwe de diyar kir Orakçiya ku lingeke wê seqet e ji ber ku di salên 1990an de çûye camiyê û dersa Qur’anê daye derheqê wê de doz hatiye vekirin. Karadag dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Zilamê pîreka ku hatiye mexdûrkirin bûyerê ji me re vegot. Me bi pîrekê re jî axivî vû her wisa me bi parêzerên ku dozê taqîb dike re jî hevdîtin kir. Ji ber ku ev pîrek di salên 90î de çûye camiyê û dersa Qur’anê daye derheqê wê de bi sûcdarkirina “damezrandina rêxistina çekdarî ya derê qanûnê û beşdarî rêxistinê bûyîn”ê de doz hatiye vekirin. Di dema darezandinê de ji Ayşan Orakçi re ceza hatiye dayîn û ev ceza di sala 2008an de ji teref Daireya Ceazyê ya Dadgeha Bilind a 9emîn ve hatiye tesdîqkirin. Ayşan Orakçi dihat lêgerîn,  ji hêla hiqûqê ve keseke ku derheqê wê de lêgerîn hebe tê girtin û tê xistin girtîgehê. Encax şêwaza bûyîna bûyerê, di ser malê de girtin, helwesta polês a di mal de  ev tev balkêş in û divê ev hemû bên tehqîqkirin.”

Karadag di berdewama axavtina xwe de qala serdegirtina malê ya ku ji teref polêsan ve hatiye kirin û helwest û tewra  polêsan a li hember Ayşan Orakçi û zarokên wê kir û diyar kir bi vî awayî têketina malê berî her tiştî li dijî mahremiyeta malbatê ye û her wiha ev yek li dijî rûmeta însên e.

Karadag di dawiya axavtina xwe de balan kişand li ser wan bi sedan kesên ku di salên 90î de bi şikleke neheq û nehiqûqî hatine mexdûrkirin û ev bi salan in di girtîgehê de tên girtin û dû re diyar kir  divê rewşa wan însanên ku di vê pêvajoya bêhiqûq de ceza ji wan re hatiye dayîn û hatine mexdûrkirin ji nû ve bên nirxandin.(ÎLKHA)

 

 






 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.