“Bijarteyên li navend mafên ku xesp kirine naxwazin bidin însanên Anadolê”

“Bijarteyên li navend mafên ku xesp kirine naxwazin bidin însanên Anadolê”

Li Diyarbekirê di derbarê referandûma makeqanûnê de panel hat lidarxistin. Di panelê de Pergala Hikûmetê ya Serokkomartoyê hat nirxandin.

Serokê GENARê Îhsan Aktaş, Rojnamevan-Nivîskar Îlhaêmî Işik, Bayram Zîlan û Atif Ozbey beşdarê panelê bûn.

Di panelê de axavtina yekemîn Serokê GENARê Îhsan Aktaş kir. Aktaş diyar kir ku li Tirkiyê ev 60 sal e însanên ku ji bo heq û hiqûqê micadele dikin hene.

Aktaş dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Bijarteyên li navendê mafên ku xesp kirine naxwazin bidin însanên Anadolê. Derket holê ku di vê xespa heqê de kesên ku naxwazin gelê Anadolê bixwe xwe birêve bibin û kesên li dijî me yek in. Bidestxistina rêvebirnê, bidestxistina parlementoyê, bidestxistina darazê ya nerast e rast domahiya micadeleya reforma 60 salan e.”

Rojnamevan Îlhamî Işik jî di panelê de wiha axivî: “Ji ber ku pergala nû ji lîdertiya sazî û siyasî re pêşewantî dike mifteha çareserkirina Pirsgirêka Kurdan e. Heke hûn makeqanûna herî baş amade bikin wextê ku hûn aktorên herêmê û lîdertiyeka bi hêz birêk û pêk nekin wê çaxê hûn nikarin wê yekê çareser bikin.”

 “Koalîsyon birêvabirina ji Berlîn, Tel Avîv, Washîngtonê ye”

Rojnamevan-Nivîskar Bayram Zîlan diyar kir ku bi guhertina makeqanûna nû re dawî li heyama hikûmetên koalîsyonê hatiye. Dûvre Zîlan wiha axivî: “Li vê welatê mixabin her tim heyama koalîsyonan hebû û ev koalîsyon herî zêde ji Kurd, Elewî, kesên bi hîcab re astengî bû. Koalîsyon ne rêvebirina ji Enqerê ye, birêvabirina ji Berlîn, Tel Avîv, Washîngtonê ye. Lewra Koalîsyona wesayetê pêk tîne. Koalîsyona îktîdarbûna tenê bi serê asteng dike.”

Rojnamevan Atif Ozbey jî bal kişand ser kêmasiyên makeqanûna mewcûd û diyar kir pêwîst e ku makeqanûn were guhertin û bi pergala mewcûd duserî heye. (ÎLKHA)




















 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.