Bila hikûmetji zilma ku li Tirkistana Rojhilat tê kirin re bêdeng nemîne

Bila hikûmetji zilma ku li Tirkistana Rojhilat tê kirin re bêdeng nemîne

HUDA PARê di daxuyanîya heftîyane ya ku derbarê rojeva derve belav kir de bang li hikûmetê û alema Îslamê kir da ku ji tiştên ku li Tirkistana Rojhilat li Mislimanan tên kirin re bêdeng neyê mayîn.

Ji teref HUDA PARê ve derbarê wehş û zilma ku ji teref Çîna komunîst ve li Tirkistana Rojhilat li Mislimanan tên kirin de daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin ev wehşet, hovîtî û zilma ku ji teref Çîna komunîst ve tên kirin li Tirkîyê ji teref meqamên siyasî ve nayê dîtin.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin  birêveberîya komunîst a Çînê ya ku Mislimanên Uygur di kampên berhevkirinê de kom dike û zilmên cûrbecûr li wan dike, Mislimanan di fabrîkayan de wek koleyan dide xebitandin.

Li gor daneyên Neteweyên Yekbûyî milyonek Mislimanên Uygur ên ku ji teref Partîya Komunîst a Çînê ve di kampan de tên girtin bi zorê û bi gefxwarinan  di fabrîkayan de tên xebitandin.

Ew kampên bi navê gulag ên ku di  heyama Yekîtîya Sovyetan de hatin damezrandin li Çînê bi navê laojîao hatin binavkirin. Di sala 2013an de di rê û rêgezên van kampan de verastkirin hatin kirin û li van kampan kesên Misliman bi doktrînên Komunîst û îşkenceyan tên asîmîlekirin.

Di dîmenên ku ji stalaytê hatine girtin de tê dîtin kampên  berhevkirinê yên ku li çolên Tirkistana Rojhilat hatine damezrandin û tê de  bi sedhezaran Mislimanan  tên girtin di nava sala dawî de 3 qet mezintir bûne.

Li gor Neteweyên Yekbûyî nêzî milyonek Mislimanên Uygur di bin navê “navendên perwerdehîyê” de li van kampan tên girtin

 “Ev tiştên ku tên kirin li Tirkîyê nexasim ji teref meqamên siyasî ve nayên dîtin”

Di daxuyanîya ku ji teref HUDA PARê ve hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin ew şiddeta ku ji teref terora dewletê ve li Tirkistana Rojhilat ji teref Çînê komunîst ve tê kirin berdewam dike û dû re wiha hat gotin: “Dewleta Çînê ev bi salan e ku li Tirkistana Rojhilat Mislimanên Uygur asîmîle dike, mudaxeleya bingeha wan a malbatî dike, masûniyeta meskenê îhlal dike, hewl dide li ser mal û kargehên wan tahakkumê deyne û îbadetên wan qedexe dike ku ev terora dewleta Çînê hêj berdewam dike. Gelek kesên ku bi sûcên bêbingeh tên sûcdarkirin di kamp û zindanan de di bin îşkenceyan de tên kuştin û êrîşên zalimane tê kirin li ser xwepêşanên aştîyane. Ev rewşa heyî ji teref gelek dewletî ve nayê dîtin û li Tirkîyê ji teref otorîteya sîyasî ve qet qala wê jî nayê kirin.   

 “Em wek HUDA PARê bang li hikûmetê û alema Îslamê dikin da ku li dijî vê zilma ku tê kirin bêdeng nemînin”

Di berdewama  daxuyanîyê de hat diyarkirin ew zilm û wehşeta ku ji teref Çîna Komunîst ve li Tirkistana Rojhilat tên kirin ji teref hinek sazîyên çapemenîyê ve nayên dîtin û dû re wiha hat gotin: “ Hinej sazîyên çapemenîyê yên ku nêzî hikûmetê ne meselê ji hinek berjewendîyên siyasî re dikin qurban û meselê berewajî dikin ku ev yek birîna birayên me yên Misliman ên Tirkistana Rojhilat kûrtir dike û êş û elama wan zêdetir dike. Ev qurbankirin, bêsemîmîyetî û zaîfîyeta exlaqî nîşan dide. Em di vê bergehê de wek HUDA PARê dibêjin; em li gor derfet û îmkanên xwe çawa ku her tim li ba mezlûman cî girtibin bi heman awayî em li ba birayên xwe yên Misliman ên Tirkistana Rojhilat in.Dîsa em wek HUDA PARê bang li hikûmetê û alema Îslamê dikin da ku li dijî vê zilma ku tê kirin bêdeng nemînin.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.