“Bila kesên îhmalkar jî werin darizandin”

“Bila kesên îhmalkar jî werin darizandin”

MÊRSÎN - Salîh Gîzliyê bavê Cafer Gîzlî yê ku li navçeya Silîfkeya Mêrsînê ji teref komek alîgirên PKKê ve hatibû qetilkirin destnîşan kir bila kesên ku îhmalkariya wan di qetilkirina lawê min de hene werin darizandin.

Salîh Gîzliyê bavê Cafer Gîzlî yê ku li navçeya Silîfkeya Mêrsînê ji teref komek alîgirên PKKê ve hatibû qetilkirin destnîşan kir bila kesên ku îhmalkariya wan di qetilkirina lawê min de hene werin darizandin.

Niştina yekemîn a Doza Cafer Gîzliyî îro di Dadgeha Cezaya Giran a Sîlîfkeya Mêrsînê de hat dîtin. Dayîk Hayat Gîzlî û Bav Salîh Gîzlî jî beşdarê niştinê bûn. Bav Gîzlîyê ku beşdarê niştinê bûbû diyar kir bila kesên ku îhmalkariya wan di qetilkirina lawê min de hene werin darizandin.

 “Ez tebat nakim ku li qetîlê lawê xwe mêze bikim”

Mehmet Salîh Gîzlî piştî niştinê ji ÎLKHAyê re axivî. Gîzlî diyar kir ku nû qetîlê lawê xwe dîtiye. Dûvre Gîzlî wiha axaivî: “Min nû qetîlê lawê xwe di salonê de dît. Ez tebat nakim ku li qetîlê lawê xwe mêze bikim. Kesê ku kezeba min şewitandiye min wek kovandar lê mêze kir.”

“Bila kesên îhmalkar jî hene werin darizandin”

Bav Gîzlî diyar kir ku heta niştina dadgehê zanyariyên zelal di derbarê lawê xwe de hilnegirtine. Dûvre Gîzlî wiha axavtina xwe domand: “Ev nêzê 3 meh nîv e ku em bendewarê vî çaxê ne. Heta niha di derbarê bûyerê de bes me ji şahid û dîmenan agahî sitandibû. Îro me hewl da bûyerê di ciyê wî de em bûyerê hînbûn. Bila kesên îhmalkar jî hene werin darizandin.” (ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.