“Bila li van malên dîrokî xwedî bê derketin”

“Bila li van malên dîrokî xwedî bê derketin”

Li Hezoya navçeya Êlihê malên dîrokî yên ku ev berî esrek û nîve hatine çêkirin li benda xwedîderketinê ne.

Li Hezoya navçeya Êlihê xwedyê malên dîrokî yên ku li taxa Şemdîndagêne û ev esr û nîvek berê hatine avakirin li benda xwedîderketinê ne. Xwedyê malan dixwazin ku malên wan li gor dîroka wan bên restorekirin û ji turîzmê re bên qezenckirin.

Malên ku berya niha 150-200 sal berê hatine avakirin tê îfadekirin ku zivistanê germin û havînî jî hênikin. Xwdyê avahîyan îfade dikin ku ev malên dîrokî yên ku roj bi roj hejmara wan kêm dibin dixwazin ku xwedî lê bê derketin.

Malên dîrokî yên ku gelên navçeyê dev jê bernedane gelek jê ji ber sedemên ne dîyar hilweşîyane. Malên ku qismekî wan xira bûne û ne li gor eslê wan bi awakî din hatine avakirin ev jî dibe sedemên şîrove û bertekan.

Abdûlbaqî Atalayê ku ev 26 salê wî ye di van malên dîrokî de dijî îfade dike ku wî van avahîyana zaf ecibandîye û got ev malana zivistanî germin û havînî jî hênikin.

Atalay, îfade kir ku di dîwarên dîrokîde hin qelş lê ketine û got: “Ev 26 salêmine ez li vir rûdinîm. Mala me maleke dîrokî û xweşe. Di meha zivistanê de mala me germ e û di mehên havînê de jî hewa wê hênik e. Di van dîwarên dîrokî de di demê de hin tehrîbat çêbûn. Di dîwaran de qelş çêbûn. Em nizanin bê malê hilweşe an hilneweşe em vê yekê nizanin. Encex pispor û endazyarên vî karî dikarin jê fêm bikin. Ev malana zaf kevneşopîne. Berya niha li Hezoyê van malan wek navnîşanên Hezoyê bûn. Van malên ku ji keviran hatîye avakirin ser wan bi darên ji dara spîndarê ya ku ji gundê Timokê dihanîn dihat girtin. Li gor bav û kalên me digotin berya niha di van malan de malbatên dewlemendên Hezoyê rûdiniştin. Sewcî, qayimqam û hakimên berê di van malan de diman.

“Van malan xwedîyê dîrokek 150-200 salî ne”

Ji xwedyê malan Tevfîk Tûfan îfade kir ku berya niha ji ber erdhej û lehîyan gelek caran van malên dîrokî xisar dîtîn û xwest ku ev malên xwedyê dîroka 150-200 salî bên parastin û ji nûve nên restorekirin.

Tûfan, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Di nava ewqas salî de van avahîyanê dîrokî gelek erdhej û felaket dîtîn. Van malan tev malên kevneşopîne û li ser dîwarên wan hêjî sûretên tiştan hene. Berya nihha dewlet li van malan xwedî derneket. Ji xwe me bi xwe serî li AFADê dan me daxwazname ji wan re nivîsîn jî dîsa jî tu karbidestan guh nedan me û li me xwedî derneketin. Van malan xwediyê dîrokek 150-200 salî ne. Em dixwazin van malan ji nûve li gor dîrokên xwe bên restorekirin û bên xistin bin statuya “Nirxên Dîrokî” û ji turîzmê re bên qezenckirin.”

Ji xwedîyê malan Mahmût Tekîn îfade kir ku niha kesên li navçeyê dijîn tu kes nizanin bê van malan kengî hatine çêkirin û wiha got: “Tu kes çêkirina van malan bi bîr nînin. Li gor tên gotin van malên dîrokî 150-200 sal berê hatine avakirin. Berya vir bibe navçe van malan hebûn. Piştî vir bû navçe amîrên milkî di van malan de diman. Wê çaxê li vê navçeyê malên ji van malan xweştir tinebûn. Em dixwazin van malan li gor eslê xwe ji nûve bên restorekirin. Lewra qeweta me nagêje em van malan bi xwe restore bikin. Heger dewlet dest bavêje vî karî emê zaf memnûn bibin.”

ÎLKHA




































 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler