Bila mexdûrên 28ê Sibatê û daraza FETO jî bên xistin bergeha efûyê

Bila mexdûrên 28ê Sibatê û daraza FETO jî bên xistin bergeha efûyê

Berdevkê Înîsîyatîfa Malbatên Mexdûrên FETO û 28ê Sibatê malbatên mexdûr ziyaret kirin û destnîşan kirin divê ew mehkûmên ku ji ber xizmetên xwe yên Îslamê hatine girtin jî bên xistin bergeha efûyê.

Berdevkê Înîsîyatîfa Malbatên Mexdûrên FETO û 28ê Sibatê û lijneyek ji Yusufî-Derê pêkve malbatên wan mehkûmên ku ji ber xizmetên Îslamî hatine girtin ziyaret kirin. Heyeta ku malbatên mexdûran ziyaret kirin diyar kirin divê ew mehkûmên ku ji ber xizmetên xwe yên Îslamê hatine girtin jî bên xistin bergeha efûyê.

Musab Arasanê Berdevkê Înîsîyatîfa Malbatên Mexdûrên FETO û 28ê Sibatê, Abdulxafûr Batmazê ku 25 salan di girtîgehê de tê girtin ziyaret kir. Arasanê ku ziyaretan kir destnîşan kir ew hewl didin wan kesên xwedî nasnameya Îslamî yên ku ji teref daraza FETO û 28ê Sibatê ve hatine mexdûrkirin, cardin bînin rojevê.

Arasan di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew li ser navê Înîsîyatîfa Malbatên Mexdûrên FETO û 28ê Sibatê ziyaretan dikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em dixwazin mexdûrîyetan cardin bîbin rojevê. Ev bû 25 sal ku em van zehmetîyan dikşînin. Niha di rojevê de meseleya efûyê ya ku MHP anîye rojevê heye. Em jî digel hev  hewl didin kesên xwedî nasnameya Îslamî yên ku ji teref daraza FETO û 28ê Sibatê ve hatine mexdûrkirin, cardin bînin rojevê. Em li vê derê ne da ku derd û kulên we guhdar bikin û ji dengê we re bibin deng.”

Heyder Batmazê babê Ebdulxefûr Batmazê mehkûm e derbarê mijarê de diyar kir ji ber zilma ku li wan tê kirin ev 18 sal in ku xanima wî ketiye nav dest û pîyan û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir:  Ev bû 25 sal, êdî hêvî nema. Em tên mexdûrkirin. Ji ber vê yekê xanima min ev 18 sal in ku ketiye nav dest û pîyan. Înşallah bi meseleya efûyê ya ku hat anîn rojevê derîyeke xêrê bo me vebibe. Ji sedî 60 rapora lawê min heye ku îşkence lê hatiye kirin. Nêzî 30 rojan di bin binçavîyê de ma. Ew ê bûbana doxtor, nehiştin. Ji ber îşkencê milê wî yê rastê nagire.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.