Bîlançoya “Meşa Mezin a Vegerê”: 112 şehîd 13 hezar birîndar

Bîlançoya “Meşa Mezin a Vegerê”: 112 şehîd 13 hezar birîndar

Wezareta Tendirustîyê ya Filistînê derbarê encamê “Meşa Mezin a Vegerê” ya ku di 30 yê Adarê de hatibû destpêkirin de îfade kir ku 112 Filistînî hatine şehîdkirin û 13 hezar kes jî birîndar bûn in.

Wezareta Tendirustîyê ya Filistînê do encamên “Meşa Mezin a Vegerê” ya ku di 30 yê Adarê de hatibû destpêkirin de daxuyanîyek da. Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku 112 Filistînî ji teref çeteyên sîyonîst ve hatine şehîdkirin û derdora 13 hezar kesî ji bûnin hedefa sîyonîstên îşxalker û birîndar bûn in.

Di berdewama beyanatê de hat îfade kirin ku ji kesên birîndar 2 hezar û 96ê wan zarok, hezar û 29ê wan jî pîrek in. Li hêla din wezaretê îfade kir ku ji kesên birîndar rewşa 232 kesan giran û 32 birîndaran jî ji cesedê canê xwe tiştek winda kirin e û seqet man in.

Di beyanatê de hat îfade kirin ku di 14 Gulanê de ji teref çeteryên sîyonîst ve 65 Filistînî hatin şehîdkirin û di heman rojê de jî 2 hezar û 900 kes jî birîndar bûn.

Ji ber ku 30yê Adarê wek roja Axê li Filistînê tê yadkirin protestoyan dest pê kiribû û bi li Xezzeyê wek Meşa Mezin a Vegerê protesto û xwe pêşan dewam dikin.  

Hereketa Berxwedana Îslamî Hamasê îfade kir ku heta Filistînî neghêjin mafên xwe dê Meşa Mezin a Vegerê dewam bike. (ÎLKHA)


 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.