Biratîya me encax bi îslamê dikare were tesîs kirin

Biratîya me encax bi îslamê dikare were tesîs kirin

Aliman, bûyerên tundîyê yên herî dawî û êrîşên nîjadperest nirxandin û destînîşan kirin ku di îslamê de qewmitî û nijadperestî tune ye û tiştê ku însan digel hevdû bicivîne tenê Qur’an û sunnet e.

Aliman, bûyerên tundîyê yên herî dawî û êrîşên nîjadperest ên ku li welêt pêk hatin nirxandin û di derbarê mijarê de  destînîşan kirin ku di îslamê de qewmitî û nijadperestî tune ye û tiştê ku însanan  wê digel hevdû bicivîne tenê Qur’an û sunnet e.

Îlahîyatnas û Nivîskar Mehmet Goktaş di derbarê mijarê de wiha axivî: “Ew kesên ku nijadperestîya tirkî dikin û li bajarên rojava êrîşî kurdan dikin û wan wek PKKyî dihesibînin encax wek PKKê ji heman armancî re xizmetê dikin.Ew kesên ku van êrîşan dikin PKK û hevkarên wan bi van êrîşên xwe kêfxweş û bextewar dikin.Ji ber vê yekê ew otobûsên ku ji bajarên rojhilat tên  divê werin sekinandin û divê ji wan  kurdan re  hembêz werin vekirin.

Goktaş di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir pevçûna tirk û kurdan ji tu kesî wê fêde nede û ji bona ku ev pevçûn dernekeve û ji bona ku kesên ku dixwazin vê pevçûnê derbixin hewesa di qirika wan de bimîne divê gavên berbiçav werin avêtin.

Goktaş axavtina xwe ya di derbarê mijarê de wiha da domandin: “Di vî warî de divê gavên berbiçav werin avêtin. Birayên me misliman ên tirk ên ku li rojava dijîn divê vî tiştî bikin: Divê wan kurdên ku ji bona demkî hatine bajarê wan an jî hatine wê derê  bi cî bûne ji bo riza Xwedê ziyaret bikin.Îro divê rîspî, alim , mela û STKyên wan deran ji bona riza Xwedê wan kurdên ku li bajarên wan in ziyaret bikin.”

Goktaş di dawîya axavtina xwe de wiha destnîşan kir: “Divê di navbera tirk û kurdan de ev biratî were sazkirin.Ji xwe vê biratîyê dînê me, îmana me emrî me dike.Heger em bi vî awayî mekin, ev biratî neyê sazkirin PKK û hevkarên wan wê bigîhêjin armancên xwe.”

 “Biratîya me encax Qur’an û sunnet dikare tesîs bike”  

Mela Cemal Ozdemîr jî di derbarê mijarê de destnîşan kir ku temamên însanan di qeta Xwedê de wek hev in û wiha li axavtina zêde kir: “Xwedê Teala me dawetî xelasîyê dike.Xwedê Teala me dawetî Qur’an û sunnetê dike.Heger îro em bi rastî jî li derdora Qur’an û sunnetê li hev bicivin em qet rêya xwe şaş nakin û em ê muheqqeq bibin birayên hevdû.Heger em bibin bira û di nava xwe de tifaqîyê saz bikin wê demê bi izna Xwedê tu kes nikare li ber me re rabibin.”

Ozdemîr di dawîya axavtina xwe de wiha ragihand: “Nijadperestî bêdîntî ye.Ev zihnîyeta kesên sîyonîst û xeçperesta ye.Ew bi vê fikre dixwazin me mislimanan ji hevdû bifelişînin.Pêxemberê me di hedîsekê xwe de dibêje ‘Kesê ku doza nijadperestîyê bike ne ji me ye.’Nijadperestî bi vî awayî hê di wextê cahilîyê de hatîye rakirin.Ev fikra nijadperestîyê lîstikeke kafir û dijminên îslamê ye.”(ÎLKHA)      

 

 

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler