1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. “Birayê min di qezaya trafîkê de wefat kir”
“Birayê min di qezaya trafîkê de wefat kir”

“Birayê min di qezaya trafîkê de wefat kir”

Birayê Mela Mûhammed Saîdê ji kesayetên mezin ên Cemaeta Hîzbûllah, Mela Beşîr Varol derbarê wefata birayê xwe de îfade kir ku birayê wî di qezaya trafîkê de wefat kirîye.

A+A-

Birayê Mela Mûhammed Saîd Varolê ku jiyana xwe ji bo xizmetên Îslamî weqf kiribû û yê ku ji kesayetên mezin ên Cemaeta Hîzbûllah, Mela Beşîr Varol derbarê wefata birayê xwe de daxuyanî da.

Mela Beşîr Varol, îfade kir ku wan wefata birayê xwe yê ku ji bo doza Îslamê bi salan di zîndanan de ma û piştî tehlîya bû jî 7 salan li hîcretê ma, Mela Mûhammed Saîd Varol bi xemgînî stendîye. Mela Beşîr Varol wiha got: “Înna lîllah ve înna îleyhî racîûn (Em hemû yên Xwedê ne û em ê li wî vegerin) Wekî tê zanîn birayê min Mela Saîd wefat kir. Li gor agahîyên me wergirtin di encama qezaya trafîkê de wefat kirîye. Cinazê wî li Wanê di nexweşxaneyê de ye. Li wir piştî otopsîya sewcî dê cinazê me bidin me. Cinazê me dê îro saet di 09.00 de bê Êlihê. Bi xêr emê li Goristana Esrî ya Êlihê defin bikin. Emê tazîya xwe li Taxa Kulturê li Mala Şînê ya BATSOyê qebûl bikin. Serê me û yê temamê Mislimanan sax be. Em ji temamê dostên xwe dia teleb dikin. Kesên heqê wan hebe bila heqê xwe helal bikin. Ev mûsîbet ya me û temamê Mislimanaye.”

ÎLKHA




 

Bu haber toplam 862 defa okunmuştur

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.