“Birayên me tên parçekirinlê ev yek di rojeva me de tuneye”

“Birayên me tên parçekirinlê ev yek di rojeva me de tuneye”

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu derbarê qetlîamên ku li welatên Îslamê û nexasim jî li Rojhilata Navîn tên kirin de diyar kir qet qala wan qetlîamên ku tên kirin nayê kirin û sedema vê yekê jîpişta xwe dayîna Qur'anê ya Mislimanan e.

Li Êlihê 2yemîm Kongreya Awarte ya Teşkîlata Navçeya Navenda Êlihê ya HUDA PARê hat tertîpkirin. Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapiciogluyê beşdarî kongrê bû û di kongreyê de axavtinek kir derheqê rojevê de nirxandinên girîng kir.

“Hê jî çeteyên Budîst  zilmê li birayên me yên Arakanî dikin, wan ji ax û warên wan derdixin, wan qatil dikin û mal û warên wan dişewitînin”

Yapiciogluyê ku derbarê qetlîma û zilmên ku li erdnigariya Îslamê tên kirin de axavtinek kir derbarê mijarê de wiha axivî: “Doh li Afxanistanê êrîşek li camiyê hat kirin û di êrîşa bombeyî de me zêdetirî 30 kesan ji dest da. Her wisa mişkîleyên birayên me yên Misliman  berdewam dikin. Hê jî çeteyên Budîst  zilmê li birayên me yên Arakanî dikin, wan ji ax û warên wan derdixin, wan qatil dikin û mal û warên wan dişewitînin. Hejmara xuşk û birayên me yên ku bi hêviya ‘gelo ez ê karibim li Bangledeşê bendereke bi ewlehî bibînim’ hicret dikin derket li ser 800 hezaran. Dema ku li Arakanê ev zilm tên kirin, me wan zilmên ku li Bangledeşê ji teref birêveberiya laîk a Hasîna ve hatine kirin ji bîr kir. Lewra problemên bi êş û elemtir derketin holê.”

 “Hêj bombe, berik û teqemenî diçe Yemenê lê belê nan naçe”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de balan kişand li ser êş û elemên mezin ên li erdnigariya Îslamê tên kişandin  û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Tu kes êdî behda Afxanistan nake, êdî em hînî teqînên li wê derê , perçe perçe bûna însanan ên li wê derê bûne. Ji sala 2011an vir ve li Sûrî şereke nevxweyî heye. 7 sal çêbûn û nêzî milyonekî însan jiyana xwe ji dest dan. Yemen di vê sedsala dawî de qeyrana însanetiyê ya herî mezin dijî.  Ji ber ku ava paqij peyda nabe, xurek û erzaq beyê peydekirin û ji ber tunebûna îlac û dermanan  nexweşiya kolerayê li her derê belav bûye. Hema hema nîvê nifûsê birçî ye, bi sedhezaran însan nexasim zarok ji nêza mane çerm û hestû. Hêj bombe, berik û teqemenî diçe Yemenê lê belê nan naçe.”

 “Birayên me tên parçekirin lê di ev yek di rojeva me de tuneye”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir di van 4 salên dawî de li Afrîkaya Navîn  gelek zêde nexweşî derketin û dû re wiha got: “ Nifûsa Afrîkaya Navîn 4 milyon û nîv û ji sedî 15ê vê nifûsê Misliman e û ji sedî 50ê wê jî Xiristiyan e. Li wê derê di bin çavderiya eskerên Fransayê yên ku wek hêzên aştiyê çûne wê derê de  û bi teşwîqên wan birayên me yên li wê derê di nîvê sikakê de bi şûr û satoran tên parçeparçekirin. Lê belê ev yek di rojeva me de ye.”

 “Çima xwîna Mislimanan ev qas erzan e?”

Yapiciogluyê ku gilî û gazinan ji bêdengiya ummetê ya li dijî hewadîsên ku li erdnigariya Îslamê rû didin gazinan kir di berdewama axavtina xwe de wisa axivî: “ Em çima di vî halî de ne? Bi bîra xwe bînin. Kovareke karîkaturê karîkaturine bêedep da weşanê. Piştî wan weşanên bêedep êrîşek li wê derê hat kirin. Birêveberên Tirkiyê jî di nav wan de kortejeke qelebalix ketin milên hev û li wê derê meşek li dar xistin. Li wê derê bo 10 kesî, rayedar an jî serokên dewletan ku hejmara wan ji ya kesên kuştî qetbiqet zêdetir bû ketin milên hev û bo wan meşek li dar xistin.Lê belê dema ku li Somaliyê teqemeniyek diteqe û zêdetirî 300 însanan jiyana xwe ji dest didin û bi qasî wê hejmarê jî însan birîndar dibin û ger digel vî halî bes serokê dewletekî yan jî hikûmetekî welatê Îslamê naçe wê derê û bes bi telefonê sersaxiyên xwe tînin zimên wê demê ev tablo halê me kurte dike û dide ber çavan. Em qiymetê nadin xwe ku kesên din qiymetê bidin me. Çima xwîna Misliman ev qas erzan e? Lewra  gelek însanên ku li ser zêdetirî 50 welatên Îslamê ne û xwe kêm dibînin. Di nezara wan de xwîna kesekî Xerbî  ji wan re ji  xwîna milyonek Mislimanî girantir tê. Çima em qedr û qiymetê nadin xwe û çima em qedr û qiymetê didin wan? Çima di çavê wan de bi qasî kezikekî qiymeta birayên me nîne? Lewra me izzeta xwe winda kir. Lewra me pişta xwe da kelama Xwedê.”

Yapicoglu di dawiya axavtina xwe de diyar kir me guh neda Rebbê xwe û em bi hev ketin û em di destên kufrê de bûn pêlîstok. Yapicioglu dû re wiha got: “ Ger tamemê dinyayê ji bêedaletiyan re razî bibin jî  em ê ji zilm û bêedaletiyan re îtîrazê bikin. Me sonda şikandina pişta zilmê xwariye.”(ÎLKHA)


















 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.