“Birca seatê ya ku li ser 'Êzîdîtî' tê sembolîzekirin bû sedema bertekan"

“Birca seatê ya ku li ser 'Êzîdîtî' tê sembolîzekirin bû sedema bertekan"

DİYARBEKİR - Birca seatê ya şaredariya DBPyî ya ku li ser ‘Êzîdîtî’ tê sembolîzekirin bû sedema bertekên Erxaniyan.

Birca seatê ya ku ji teref şaredariya Erxaniyê ya DBPyî ve hatiye çêkirin û li ser ‘Êzîdîtî’ tê sembolîzekirin bû sedema bertekan, lewra di birca seatê de sîmgeya ‘Melekê Tawûs’ê ku sembolê herî mezin a Êzîdîtiyê ye heye. Xelkê navçê ji ber vê sembolê teleb kir bila ev sembol bên rakirin û di şûna wan de çanda Mislimanan bên bicîkirin.

Ji xelkê navçê Mustafa Oz di derbarê mijarê de destnîşan kir ew ne li dijî xizmetê ne û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Weke ku tinazê xwe bi bawerî û çanda Mislimanan bikin sembolên Êzîdîtiyê di birceke seatê de bi cî dikin ku ev yek ne ya qebûlkirinê ye. Erxanî meqamê Hz. Zulkuf e. Dema hûn li tevahiya welêt binihêrin herî zêde li Erxaniyê navê Zulkuf tê bikaranîn. Yanî ev xelk bi baweriya xwe ve girêdayiye. Ev birca seatê ne tenê sembola Êzîdîtiyê bi heman awayî rengên LBGTÎyan jî di nav xwe dihewîne. Em ne li dijî xizmetê ne. Melekê Tawûs di Êzîdîtiyê de heye. Ev dîmen berê li ser xaliyên dîwaran ve dihatin neqişandin. Bi vê yekê tinazê xwe bi bawerî û çanda me dikin. Em vê yekê wisa fêm dikin û em vê qebûl nakin. Ez teleb dikim ku kesên rayedar van tiştên ku bi baweriya xelkê re li hev nakin nekin û van tiştan rabikin. Di şûna vê yekê de gotineke Hz. Yusuf û an jî tiştekî ku îffeta wî nîşan bide dikarin bi vê bircê ve daleqînin, lewra Hz. Yusuf wek mucîdê seatê tê zanîn. Yan jî gotineke alîmekî Kurdîstanî yên mîna Seîdê Kurdî, Ehmedê Xanî dikarin li ser bircê binivîsînin.”

Her wiha ji ehlê navçê kesên bi navê Remezan Çelen, Atîlla Ergun, Enus Vurucu û Remezan Yildirim jî ji birca seatê ya ku bi sembola Êzîdîtiyê hatiye neqişandin re bertek nîşan dan û destnîşan kirin; sembolên Êzîdîtiyê li dijî bawerî û çanda xelkê ye, ji dêla sîmgeya Êzîdîtiyê de bila sembolên ku dê navçê bide naskirin bên çêkirin, tu feydeya van tiştan ne ji millet re ne jî ji dewletê re heye, bila ji dêla tiştên wisa de tiştinan bikin da ku ji xelkê re him ji hêla maddî û him jî ji hêla manewî ve bi feyde bin.( ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler