BM: Bila Rûsya, Tirkîye û Îran soza ku dane bi cî bînin

BM: Bila Rûsya, Tirkîye û Îran soza ku dane bi cî bînin

Ji teref Neteweyên Yekbûyî ve derbarê Gutaya Rojhilat a ku her ku diçe lê bûyerên mirin û tundîyê zêde dibin de daxuyanîyek belav kir û destnîşan kir bila Rûsya, Tirkîye û Îran soza ku dane bi cî bînin.

Antonîa Guterresê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî derbarê Gutaya Rojhilat a ku her ku diçe lê rageşî, êrîş, kuştin û tundî  zêdetir dibin de daxuyanîyek da. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de Guterres bang li Tirkîye, Rûsya û Îranê kir xwest ku bila Rûsya, Tirkîye û Îran soza ku dane bi cî bînin.

Derbarê mijarê de ji teref Stephane Dijarrîcê berdevkm Neteweyên Yekbûyî ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat destnîşan kir Antonîa Guterresê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî di bîran xistiye ku di navbera Îran, Tirkîye û Rûsyayê de di encama hevdîtinên ku hatine kirin de herêmek wek herêma bi bêpevçûn hatiye îlankirin ku bila Rûsya, Tirkîye û Îran soza ku dane bi cî bînin.

Dujarrîc di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir li Gutaya Rojhilat nêzî 400  hezar kes marûzî êrîşên bombeyî, topavêj û asimanî tên û di bin gelek şert û mercên giran de hewil didin da ku jiyana xwe bidomînin.

Hat ragihandin doxtorekî ku li herêmê li ser navê Yekîtîya Alîkarî û Lênihêrina Tibbî ya ku destekê dide sazîyên tenduristîyê yên li Gutaya Rojhilat derbarê rewşa dawî ya li herêmê de gotine “dilşewat” bi kar anî  destnîşan kir “Cihekî ku însan birevinê tuneye, Hewil didin nemirin, lê belê ji ber dorpêçê birçîbûn gelekî zêde heye.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler