Bo Akîfê ku rêberê Îxwanê bû nimêja cenazê ya xiyabî hat kirin
Bo Muhammed Mehdî AkîfêSerokê berê tê Konseya Rêbertiyê yê Teşkîlata Birayên Misliman li Entabê nimeja cinazê ya xiyabî hat edakirin.
Li Entabê bo Muhammed Mehdî Akîfê Serokê berê yê Konseya Rêbertiyê yê Teşkîlata Birayên Misliman ê ku ku li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da nimeja cinazê ya xiyabî hat edakirin.
Piştî nimêja cinazê ya ku edakirin ji teref Komeleya Anadolu Gençlîkê ve daxuyaniyeke çapemeniyê hat dayîn. Temsîlkarên gelek partiyên siyasî û saziyên siwîl û bi heman awayî welatî beşdarî daxuyaniya çapemeniyê bûn.
Daxuyaniya çapemeniyê ji teref Serokê Şaxa AGDê yê Entabê Ozcan Fîdan ve hat xwendin. Fîdan di daxuyaniya ku da de destnîşan kir musade nehatiye dayîn xelk beşdarî merasîma cinazê yê Akîf bibe û Akîf bes ji teref naskiriyên xwe ve hatiye spartin axê.
Fîdan di berdewama daxuyaniyê qala şexsiyet û jiyan û her wisa qala pêvojaya zindanê yê Muhammed Mehdî Akîf kir.
Piştî diaya ku hat kirin girse belav bû.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.