Bo azadîya Şêx Zekzekî daxuyanî piştevanîyê

Bo azadîya Şêx Zekzekî daxuyanî piştevanîyê

Li Stenbolê bo azadîya Şêx Îbrahîm Zekzekîyê ku Rêberê Harekata Îslamî yê Nîjeryayê ye û ji teref rejîma Nîjeryayê ve di girtîgehê de tê girtindaxuyanîya çapemenîyê hat dayîn.

Ji teref Platforma Piştevanîya bi  Harekata Îslamî ya Nîjeryayê re ve Li Stenbolê bo azadîya Şêx Îbrahîm Zekzekîyê ku Rêberê Harekata Îslamî yê Nîjeryayê ye û ji teref rejîma Nîjeryayê ve di girtîgehê de tê girtin  daxuyanîya çapemenîyê hat dayîn. Piştî tîlaweta Qur’anê metna daxuyanîya çapemenîyê ji teref Ekrem Ekşî ve li ser navê platformê hat xwendin.

Ekşî di daxuyanîay ku belav kir de destnîşan kir Şêx Zekzekî û xanima wî hêj di girtîgehê de tên girtin û nexweşîya wî lê zêde kiriye ku ew kesê  qala wî tê kirin û 6 lawê xwe di oxira doza Îslamê de feda kiriye  alimekî îslamê ye.

Ekşî di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji ser vê êrîşa ku di qeydên dîrokan  de wek kerbelayên vê qernê hatiye qeydkirin 2 sal derbas bûn û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “  Şêx Zekzekî digel xanima xwe di girtîgehê de tê girtin û pir nexweş e. Li gor agahîyan ku ji Nîjeryayê tên  çavekî wî kor bû ye û yê din jî ber korbûnê ye, ne dihêlin bê tedawîkirin û ne jî wî serbest berdidin ku dibe jiyana xwe ji dest bide.”

Ekşîyê ku diyar kir ew wek ummetê li ba  wan birayên xwe yên ku zilm li wan tên kirin disekinin û dû re wiha got: “ Weke ku Hz. Resûlullah dibêje ‘Misliman di xemgînî û kêfxweşîyê de wek azayên wucudekî ne, di kîjanê êşek çêbibe ew ê yên din jî vê hîs bikin.’  Şêx Zekzekîyê ku  lîderê harekatekî ye  her wisa dildar û hezkirîyê Qudsê ye. Lewra wî ji 6 lawên xwe 3yan di xwepêşanên ku bo Qudsê hatin tertîpkirin feda kir.”

Daxuyanîya çapemenîyê bi diaya ku hat kirin û bi sloganên ku li dijî Amerîka hatin avêtin bi dawî bû.

ÎLKHA


























 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.