“Bo em karibin seheya asimanî bi kar bînin bi Îran û Rûsyayê re hevdîtinê dikin”

“Bo em karibin seheya asimanî bi kar bînin bi Îran û Rûsyayê re hevdîtinê dikin”

Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu destnîşan kir mudaxeleya ku îhtîmala li Efrînê bê kirin pêwîst e digel koordîneya Rûsyayê bê kriin û diyar kir “Bo em karibin seheya asimanî bi kar bînin bi Îran û Rûsyayê re hevdîtinê dikin.”

Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu di weşana  zindî ya CNN TURKê de pirsan bersivand. Çavuşoglu di daxuyanîya ku di  weşana zindî da de destnîşan kir ew daxuyanîyên ku ji teref Amerîka ve derbarê YPGê ve tên dayîm dilê mirov rihet nake.

Çavuşoglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir me derbarê mijarê de acizîya xwe ji rayedarên Amerîka re îzah kir û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ew ji me re gotin ku divê ji wan xeberên ku di çapemenîyê de derdikevin bawer nekin. Me jî ji wan re got ku me van tiştan ji leşkeran bihîstîye.”

Çavuşoglu di weşana zindî her wisa diyar kir divê operasyona ku dê li Efrînê bê kirin bi koordîneya Rûsyayê bê kirin û wiha got: “Bo em karibin seheya asimanî bi kar bînin bi Îran û Rûsyayê re hevdîtinê dikin.”(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.