Bo Iraq ji nû ve bê înşakirin pêdivî bi 88 milyar dolaran heye

Bo Iraq ji nû ve bê înşakirin pêdivî bi 88 milyar dolaran heye

Hikûmeta Iraqê destnîşan kir bo Iraq ji nû ve bê înşakirin pêdivî bi 88 milyar dolaran heye.

Ji teref Hikûmeta Iraqê ve hat ragihandin ji ber îşxal, şerê navxweyî û pevçûnên ku li welat berdewam kirin gelek zêde tahrîbat û hilweşîn çêbûye û bo ji nû ve înşakirina avahîyan pêdivî bi 88 milyar dolaran heye.

Kuzey Abdulfettahê Musteşarê Wezareta Plankirinê yê Iraqê  derbarê mijarê de diyar kir  bo înşakirinê tev de pêdivî bi 88 milyar dolaran heye.

Nexasim ji ber bombebaranên ku ji teref balafirên koalîsyona ku Amerîka ji wan re pêşîvantî dikirin li Mûsilê hema hema temamê avahîyan xera bûne. Tê diyarkirin bes li herêma bajêra dîrokî ya Mûsilê 11 hezar û 500 mal xera bûne û 35 hezar mal jî zirar dîtine. Dîsa li Fellûcê nêzî 40 hezar malan an bi temametî xera bûne yan jî qismen zirar dîtine û nikarin bên bikaranîn.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.