1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Bo mexdûrên 28ê Sibatê bangewazî: #BilaEvBibe28êSibataDawî
Bo mexdûrên 28ê Sibatê bangewazî: #BilaEvBibe28êSibataDawî

Bo mexdûrên 28ê Sibatê bangewazî: #BilaEvBibe28êSibataDawî

Nûnerên partîyên sîyasî û STKyan ên ku li Edlîyeya Malatyayê kom bûn destnîşan kir divê dawî li zilma 28ê Sibatê ya ku hêj berdewam dike bê anîn û bangewazîya #BilaEvBibe28êSibataDawî kirin.

A+A-

Nûnerên ku li ber edlîyê 6emîn cara kom dibin 28ê Sibatê bi daxuyanîya klu belav kirin şermezar kirin.

“Bila mahpûsên 28ê Sibatê serbest bên berdan”

Mehmet Aslanê Serokê Şaxa Mazlûm-Derê yê Malatyayê di daxuyanîya çapemenîyê ya ku xwend de destnîşan kir tu feydeya wan daxuyanîyên çapemenîyê yên ku ew bo Mexdûrên 28ê Sibatê kirine nedîtine û dû re wiha li daxuyanîyê zêde kir: “Di  7emîn heftîyê temamê wan kes û sazîyan hêj dibêjin ‘Bila mahpûsên 28ê Sibatê serbest bên berdan.’ Heftîya borî di serî de li er Girtîgehên Bolu, Entabê, Êlih û Sewasê û bi heman awayî li ber girtîgehên din bi beşdarbûna girseyeke zêde me vê teleba xwe anî ziman; lê belê heta îro bo çareserîya vê meselê hêj gaveke şenber nehatiye avêtin.”

 “Êdî em nizanin di vî mijarî de çi bibêjin”

Aslan di berdewama axavtina xwe de diyar kir meseleya ku dikare bi qanûnekê bê halkirin bi şikleke li derveyî sînorên aqil û wijdanan tê îxmalkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Nedîtina gunahên wê daraza ku nakokî li ser nakokîyê dihilberîne, sersarîya li hember însanên ku heyatên wan hatiye dizîn û malbatên ku tên mexdûrkirin… êdî em nizanin çi bibêjin. Divê ev problema ku zarokan bê bav û dêyan bê zarok hiştiye a niha bê çareserkirin.(ÎLKHA)

 






 

Bu haber toplam 465 defa okunmuştur

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.