Borrell: Divê ji UNRWAyê re destek bidomin nexwe wê li Xezzeyê bi sedhezaran mirov dibe ku bimirin

Borrell: Divê ji UNRWAyê re destek bidomin nexwe wê li Xezzeyê bi sedhezaran mirov dibe ku bimirin

Temsîlkarê Bilind yê Yekîtîya Ewrupayê Josep Borrell, got ku divê desteka ku ji Ajansa Avahî û Alîkarîya Penaberên Fîlîstînî ên Neteweyên Yekbûyî (UNRWA) re tê dayîn bidome, nexwe wê bi sedhezaran mirov dibe ku bimirin.

Temsîlkarê Bilind yê Polîtîkaya Ewlehî û Karên Derve yê Yekîtîya Ewrupayê Josep Borrell, ji çapemenîyê re daxuyanîyan da.

Borrell destnîşan kir ku divê ji UNRWAyê re destek bidomin, “Divê tehqîqat bê kirin lê em nikarin ji xelkê Fîlîtînê re cezaya komî bidin. Divê fealîyetên UNRWAyê neyê sekinandin. Nexwe wê bi sedhezaran mirov tune bibe.”

Borrell, “Ger ku hûn ji UNRWAyê re fonê qut bikin hûnê ji xelkê Fîlîstînê re cezayekî komî bidin. Heger hûn dixwazin însan bila nemirin, wek ku Neteweyên Yekbûyî jî îfade kir tu alternatîfa UNRWAyê tuneye. Yanê ji xelkê Fîlîstînê re cezaya komî neyê dayîn. Di fona ku ji UNRWAyê re tê dayîn de jî jêkuştin neyê kirin.”

Borrell destnîşan kir ku Komîsyona Yekîtîya Ewrupayê biryarekî sekinandina fînansmanê a ji UNRWAyê re negirtîye.

UNRWA, di daxuyanîya ku belav kir de îfade kir ku piştî birayara qutkirina alîkarîyan a 16 welatan rewşa wan ber bi xerabîyê ve diçe.

UNRWA daxuyand desteka ku heta niha hatîye qutkirin gihaştîye 440 milyon dolarî.

Li gorî UNRWAyê bexşên ku ji 3 welatên diyar kirine ew alîkarîyên xwe qut kirine (Emrîqa, Elmanya û Japonya) ji wan re gihaştîye li gorî sala 2022yan hêj nîvî jî nîne. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.