“Çavkanîya hêza wan ji ber zaafîyeta me ye”

“Çavkanîya hêza wan ji ber zaafîyeta me ye”

Serokê Damezrîner ê Weqfa Lêkolînên Sîyerê M. Emîn Yildirim diyar kir sedema qerara Amerîka ji ber zaafîyeta Mislimanan e.

Serokê Damezrîner ê Weqfa Lêkolînên Sîyerê M. Emîn Yildirimê ku derbarê îlankirina Qudsê wek “paytexta” sîyonsîtan a ku ji teref Amerîka ve hat ragihandin nirxand diyar kir sedema wê qerara ku Amerîka da ye zaafîyeta Mislimanan e.

Yildirim di nirxandina ku kir de diyar kir Quds paytexta Mislimanan e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ji xwe ne mimkûn e ku bi van qerarên wisa helwesta me ya bo Qudsê kêm an jî zêde bibe. Çima ne mimkûn e, ji xwe cihê Qudsê ya ku divê lê be diyar e.Resûlê Xwedê diyar kiriye Quds ji wan 3 mescîdên ku dê seyahat lê bê kirin wek mizgeftekê nîşan daye û hema hema qedr û qiymeta ku daye Mescîda Nebevî û Mescîdî Haramê daye Mescîda Eqsayê jî. Ji ber wê yekê Quds paytexta temamê Mislimanan e. Kirina tiştinan a ji teref Amerîka û îsraîl ve derheqê Qudsê de nabin sedem ku helwest û bertekên me kêm an jî zêde bibe. Ji ber wê yekê ev qerar bo Mislimanan di hukmê tunebûnê de ye û bi tu awayî nayê qebûlkirin.”

“Ne parçeyeke tenê temamê Qudsê heta ku bibe ya Îslamê li ser Misliman xeyretek lazim e”

Yildirim di berdewama axavtina xwe de diyar kir tiştê ku pêwîst e ji xwe diyar e  û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Weke ku di sûreta Israyê de behsa wê jî tê kirin em qala cihekî li derdora wê mibarek hatiye îlankirin dikin. Ne parçeyeke tenê temamê Qudsê heta ku bibe ya Îslamê li ser Misliman xeyretek lazim e. Tiştê ku divê em bikin ev e; digel van tiştan hezkirina parîkek din nûkirine, divê em heta roja dawî jî hezkirina xwe li ser piyan bigrin û çawa ku Hz. Omer bû wesîle Quds bigihije wan rojên bi izzet divê em jî bo vê armancê hewil bidin.”

Yildirim di dawîya axavtina xwe de diyar kir divê Misliman li ser mukellefîyetên xwe bifikirin û wanan cardin ji ber çavan derbas bikin, çavkanîya hêza wan ji ber zaafîyeta me ye.

ÎLKHA












 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.