Çavuşoglu: "Rejîm neketiye Efrînê"

Çavuşoglu: "Rejîm neketiye Efrînê"

Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu destnîşan kir arteşa Sûrîyê neketiye Efrînê.

Mewlut Çavuşogluyê Wezîrê Karên Derve derbarê îddîaya lihevkirina PKK/PYDê û birêveberîya Sûrîyê de daxuyanî da û nirxandinan kir.

Çavuşoglu di daxuyanîya ku belav kir de derbarê îddîayan de wiha axivî: “ Hêzên rejîmê neketine Efrînê û têketina wan jî nediyar e. Rejîma Esed di warê têketina Efrînê de dudilî ye.”

Çavuşoglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir “Helwesta me ya li dijî rêxistinên terorê eşkere û teqez e û kî hewil bide YPGê biparêze ew kes bo me wek YPGê ye.”(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler