Mamostê SIPYAGÎ

Mamostê SIPYAGÎ

Cejna We A Remezanê Pirozbe

Em hatin dawîya meha Remezanê. Me mehekê ji boy riza Xweda’yê Te’ala rojî girt. Terawîh, limêj û zikrû ta’et kir. Xweda’yê Te’ala Temamê ‘îbadetê me, ji boy riza a xu qebûl bike înşaallah.  Pêxemberê me Hz. Muhemmed (as) di hedîse ka xu de weha dibê je; “Serê Remezanê rehmete, orta wê meğfîrete, dawîya wê azad buna ji cehennemê ye.” Înşaallah em tevdek ketinin bin mizgîna vê hedisê û em bûnin ji wan kesê ji cehennemê azad bûnin.

Mûheqqeq meha remezanê mehek pir bi xêre û  bi berekete. Ew îbadetê di vê mehê de tên kirin, gorî mehê dınê qat qat sewab û xêra wan zêdetere. Lê belê m’alûme, meha remezanê ji dozde meha mehekî ye. Yanî di ev yazde mehê di jî de, em mesûlê ji emrê Xweda re ne. Çawa di meha remezanê de me ehemmîyet da zikrû ‘îbadetê xu, gerekî di van mehê dinê de jî em vê ehemmiyetê bidin zikrû ‘îbadetê xu. Çunkî îmtihan ne qedîyaye, û ‘ömur jî dewam dike. Devam kirina zikrû ‘îbadetê me dibe nîşana kû  Xweda’yê Te’ala ‘îbadetê me qebûl kirîye. Ji ber vî hawî, Pêxemberê me Hz. Muhemmed (as) wanî dibê je; “piştî remezanê însanê dev ji halê xweyê remezanê berde û ber bı xerabîyê here, vêya dibe ‘îşaretû ‘elamete kî, kû Xweda’yê Te’ala ew ‘îbadetû ğeyreta wî qebûl nekirîye.” Xweda’yê  Te’ala me negerîne ji van kesa inşaallah.

‘Îbadetkî bi xasê remezanê yek jê jî, sedeqa fıtrê ye. Her Muslumanê qaweta wî hebe, gere fıtrê xwe bidi. Ew jî heta limêja ‘îdê ye. Ev sedeqe jî dibe sebebê temam kirina, kû ew kêmanyê meyê di rojîyê de. A di jî mûhebbet û hezkirinê di nav însanê dewlemed û yên feqîr tîne meydanê.

Piştî meha remezanê 3 roj cejna (‘id) Musulmana ye. Êdî xuwarın û vexwarin, û temamê n’îmetê helal serbeste. Gerek Musulman di van roja de ewilî merivê xu, cîranû nasê xü zîyaret bike. Wan dil xweş bike. Însanê feqîr û bêkes bi sedeqa wan kêfxweş bike. Cejn, di be sebebê kû biratîyek Îslamî dixe nav Musulmana. Yekîtîy û hezkirinê di nav Musulmana zêde dike. Ew m’anewîyeta di ‘îda de, di tu rojê dinê de tüneye. Ji ber vî hawî ev rojê bimbarek, firsete kû em jê fayde bigrin. Û heqqê van roja bidin.

Ji serî gelê Musulmanê Kurdistan û temamê gelên Musulman, em cejna wan, bimbarekû pîroz dikin. Xweda’yê  Te’ala cejna Remezanê bike wesîla xellasîya Musulmanên dibin zulmû, t’ada û eziyeta de. Ew Musulmanê di esaretê û zîndana de ni, Xweda’yê  Te’ala firahîkê bide wan, û ji bin esaretê wan xellas û azad bike. Ew Musulmanê hîcret kirinê û li welatê ğerîbîyê û ğurbetêne, Xweda'yê Te'ala derîkî xêrê li wan veke, û bigîne welatê wan, û nav malbat û meriv û heval û hogirên wan.

Xweda’yê  Te’ala biratîyê, yekîtîyê û aşîtîyê têxe nav gellên Musulman. Wan ji hev re bike bira, û ev ‘illeta nîjaperestîyê ji nav Musulmana derxîne. Dujminê Musulmana jî, hîlew lîstikên wan li valayê derxîne, û wan kahru perîşan bike.

Em dîsa cejna we, îda we pîrozû bimbarek dikin. Bimînin di xêru xweşîyê de.

Emanetê Xweda bin.

 

 

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.