Mamostê SIPYAGÎ

Mamostê SIPYAGÎ

Cejna Weya Remezanê Pirozbe

Em hatın dawiya meha Remezanê. Me mehekê jı boy rıza Xweda’yê Te’ala roji gırt. Terawih, lımêj û zikrû ta’et kır. Xweda’yê Te’ala Temamê ‘ibadetê me, jı boy rıza a xü qebul bike înşaallah.  Pêxemberê me Hz. Muhemmed (as) dı hedise ka xü de weha dıbê je; “Serê Remezanê rehmete, orta wê meğfirete, dawiya wê azad buna ji cehennemeê yi.” İnşaallah em tevdek ketinin bin mizgina vê hedisê û em bunin ji wan kesê ji cehennemê azad bunin.

Muheqqeq meha remezanê mehek pır bi xêre û  berekete. Ew ibadetê di vê mehê de tên kirin, gori mehê dınê qat qat sewabu xêra wan zıdetıre. Lê belê m’alume, meha remezanê ji dozde meha meheki ye. Yani di ev yazde mehê di ji de, em mesulê ji emre Xweda’re ne. Çawa dı meha remezanê de me ehemmiyet da zikru ‘ibadetê xü. Gereki divan mehê dınê de ji em vê ehemmiyetê bıdın zikru ‘ibadetê xü. Çünki imtihan ne qediyaye, û ‘ömür ji dewam dike. Devam kirina zikru ‘ibadetê me dibe nişana kû  Xweda’yê Te’ala ‘ibadetê me qebul kiriye. Ji ber vi hawi, Pêxemberê me Hz. Muhemmed (as) wani dibê je; “pişti remezanê insanê dev ji halê xweyê remezanê berde û ber bı xerabiyê here, vêya dibe ‘işaretu ‘elamete ki, ku Xweda’yê Te’ala ew ‘ibadetu ğeyreta wi qebul nekirîye.” Xweda’yê  Te’ala me negerine ji van kesa inşaallah.

‘İbadetki bi xasê remezanê yek jê ji, sedeqa fıtrê ye. Her Müslümanê qaweta wi hebe gere fıtrê xwe bidi. Ew ji heta lımêja ‘idê ye. Ev sedeqe ji dibe sebebê temam kirina, ku ew kêmanyê meyê di rojiyê de. A di ji muhebbetu hezkırınê di nav insanê dewlemed û yên feqir tine meydanê.

Pişti meha remezanê 3 roj cejna (‘id) Müsülmana ye. Êdi xwarınu vexwarın, û temamê n’imetê helal serbeste. Gerek Müsülman dı van roja de ewıli merivê xü, ciranû nasê xü ziyaret bıke. Wan dıl xweş bıke. İnsanê feqiru bêkes bı sedeqa wan kêfxweş bıke. Cejn, di be sebebê ku biratiyek İslami dixe nav Müsülmana. Yekitiyu hezkirinê dı nav Müsülmana zêde dike. Ew m’anewiyeta di ‘ida de, dı tü rojê dine de tüneye. Ji ber vi hawi ev rojê bımbarek, fırsete ku em jê fayde bigrin. Û heqqê van roja bidin.

Jı seri gelê Müsülmanê Kürdistan û temamê gelên Müsülman, em cejna wan, bımbareku piroz dıkın. Xweda’yê  Te’ala cejna Remezanê bıke wesila xellasiya Müsülmanên dıbın t’ada û eziyeta de. Ew Müsülmanê di esarete û zindana de ni, Xweda’yê  Te’ala fırahikê bide wan, û ji bin esaretê wan xellas û azad bike.

Xweda’yê  Te’ala biratiyê, yekitiyê û aşitiyê têxe nav gellên Müsülman. Wan ji hev re bike bıra, û ev ‘ılleta nijaperestiyê ji nav Müsülmana derxine. Düjmınê Müsülmana ji, hilew listıkên wan lı valayê derxine, û wan kahru perişan bıke.

Em disa cejna we pirozu bımbarek dikin. Biminın di xêru xweşiyê de. Emanetê Xweda bin.

 

 

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.