Cemaat, partî û şexsên Misliman divê bo Qudsê werin ba hev

Cemaat, partî û şexsên Misliman divê bo Qudsê werin ba hev

Mela Muhammed Beşîr Varolê ji alimên herêmê diyar kir divê cemaat, partî û şexsên Misliman bo Qudsê werin cem hev.

Piştî ku serokê şeytanê mezin Amerîka Qudsê wek paytexta sîyonîstên îşxalker nas kir û vê yekê ji cîhanê re daxuyand re Misliman li her derî bertek û reaksîyonên xwe nîşan dan û xwepêşanan li dar xistin. Ji alimên herêmê Mela Muhammed Beşîr Varol jî derbarê vê qerara şerr a Amerîka de nirxandinan kir û bo Mislimanan banga wehdetê kir.

Varolê ku diyar kir meseleya Qudsê meseleya hevpar a temamê Mislimanan e di nirxandina ku kir de destnîşan kir cemaat, partî û şexsên Misliman divê bo Qudsê werin ba hev.

“Divê em li Mescîda Eqsayê jî xwedî derkevin”

Varol di berdewama axavtina xwe de ji qerara Serokê Amerîka Trump re berteke tund nîşan da  û derbarê mijarê de wiha axivî: “ Ez ji Xweda niyaz dikim ku ev qerara ku derbarê Qudsê de hatiye dayîn bibe wesîleya wehdeta Mislimanan. Înşaallah ev qerar dê bibe azadîya Qudsê. Ev meseleya Qudsê wek meseleyên din bi hev ve girêdayîye. Quds mala Xwedê ye û sedemeke din a li Qudsê xwedîderketinê jî ev e. Quds ji wan  her sê camiyên ku muqaddes hatine îlankirin camîyek e. Her wisa temamê mizgeftan muqaddes in. Li gor gelek nassan ev her sê camî ji temamê camîyan muqaddesştir in. Çawa ku pêwîst e em li Mescîda Haram û Mescîda Nebevî xwedî derkevin; bi heman awayî divê em li Mescîda Eqsayê jî xwedî derkevin.”

 “Ger Misliman li Îslamê xwedî derketibana îro Quds nediket holê”

Varol di berdewama axavtina xwe de diyar kir kesên ku li Îslamê xwedî dernekevin dê nikaribin li Qudsê jî xwedî derkevin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Divê Misliman ne tenê wê bêhurmetîya li Mescîda Eqsayê bi heman li wê bêhurmetîya ku li temamê camiyan tên kirin qebûl nekin û hedê wan kesên ku vê bêhûrmetîyê dikin bidin nîşandan û dersa wan bidin wan. Lê niha meseleya me Quds e. Kesê ku Îslamê xwedî dernekeve nikare li Qudsê jî xwedî derkeve, qanaata min ev e. Lewra Quds bi Îslamê muqaddes bûye. Ger Misliman li Îslamê xwedî derketibana îro Quds nediket holê. Ji ber ku Misliman îro wezîfeya xwe nakin Mescîda Eqsaya ku ji sê camîyên muqaddes camîyek e di bin destê cihûyan de êsîr e.”

 “Divê Misliman li ser meseleyên mişterek werin bal hev û meseleyên şexsî bavêjin pey xwe”

Varolê ku di berdewama axavtina xwe de diyar kir êsîrbûna Qudsê ji xwe di qelbên Mislimanan de birînek e û dû  re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Feqet Trump kamûşka wê birînê rakir.Înşaallah ev mesele dê bibe wehdeta Mislimanan. Divê temamê Mislimanan  li ser vê meselê bisekinin. Ger Misliman li ser meseleyên mişterek werin bal hev û meseleyên şexsî bavêjin pey xwe ew ê bi izna Xwedê dê di nav Mislimanan de wehdet pêk bê.”

 “Meseleya Qudsê ne meseleyeke mezhebî û qewmî ye”

Varol di dawîya axavtina xwe de diyar kir meseleya Qudsê meseleya hevpar a temamê Mislimanan e û dû re wiha dawî li axavtina anî: “Meseleya Qudsê ne meseleyeke mezhebî û qewmî ye. Ev meseleya temamê qewman û ummettê ye. Divê temamê cemaat, partî û şexsên Misliman bo Qudsê werin bal hev û divê bo azadîya Qudsê îstîşareyan bikin. Înşaallah ew ê ev gav dê di nav Mislimanan de bibin wesîleya wehdetê û rizgarîya Qudsê.”

ÎLKHA


 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.