1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Cemîyeta Mafên Mirovan: Pêvajoya 28ê Sibatê pêvajoyek zilmê bû
Cemîyeta Mafên Mirovan: Pêvajoya 28ê Sibatê pêvajoyek zilmê bû

Cemîyeta Mafên Mirovan: Pêvajoya 28ê Sibatê pêvajoyek zilmê bû

Bi minasebetê salvegera darbeya post-modern ya 28ê Sibatê Cemîyeta Mafên Mirovan daxuyanîyek çapemenîyê li dar xist. Di beyanata çapemenîyê de hat îfade kirin ku pêvajoya 28ê Sibatê ji bo şexsîyetên Îslamî pêvajoyek zilmêbû.

A+A-

Bi minasebetê salvegera 21em a darbeya post-modern ya 28ê Sibatê Cemîyeta Mafên Mirovan daxuyanîyek çapemenîyê li dar xist. Di daxwuyanîya çapemenîyê de Serokê Cemîyetê Mehmet Karadag îfade kirin ku pêvajoya 28ê Sibatê ji bo şexsîyetên Îslamî pêvajoyek zilmêbû.

Serokê Giştî yê Cemîyeta Mafên Mirovan Parêzer Mehmet Karadag, destnîşan kir ku daraza 28ê Sibatê gelek kes mexdûr kir û hêjî mexdûrên 28ê Sibatê di zîndanan de ne û pêvajoya 28ê Sibatê pêvajoyek zilmê bû û di wê pêvajoyê de armanc dikirin ku ne tenê sîyasetê, dixwestin hemî dînamîkên civakê biguherin û têxin bin kontirola xwe.  

“Hakim û mehkemeyên ku pêwistbû edalet belav bikirina çi biryarên bêhiquqî hebûn tev dan”

Karadag, îfade kir ku kesên bi brîfîngan biryar didan û daraz wek sîlehekê bikar dianîn û hakim û mehkemeyên ku pêwistbû edalet belav bikirina çi biryarên bêhiquqî hebûn tev dan.

Parêzer Karadag, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Berpirsyarê vê darbeyê ne tenê ‘Xebatkarên Koma Xerbê’ di pêvajoya vê darbeyê de aktorên wê pirbûn. Berya darbeya 28ê Sibatê çapenenîyê bingeha darbeyê amade dikirin û ji bo sîyasetê kontrol bikin çapemenîya nivîskî bi awakî aktîf dihat bikaranîn. Di heyama vê darbeyê de qaşo hin saziyên kar, grûbên sermayê, mensûbên YOKê û yên dadgeha bilind teva bi hevre ev zilma îcra kirin. Di heyama 28ê Sibatê de gelek hêlan bi hevre hereket kirin ji xwe tiştê ku darbeya 28ê Sibatê ji darbeyên din cuda dike jî ev yeke. Her ku roj diçe pêvajoya vê zilmê zêdetir derdikeve holê.”

“Mexdûrên daraza 28ê Sibatê hêjî bi awakî derqanûnî di zîndanan de ne”

Karadag, destnîşan kir ku heyama 28ê Sibatê bû sedema gelek travma û wiha got: “Bi taybetî di pêvajoya 28ê Sibatê de kesên dîndar zilm û neheqîyek mezin dîtin. Di wê pêvajoyê de gelek kesên dîndar ji mekteban hatin avêtin û hêjî bi 10 hezaran kesên mexdûr henin û mexdûrîyetaên wan dewam dike. Niha jî di lêpirsînên ewlehîyê de yên wê çaxê mînak tên girtin û gelk kes tên mexdûrkirin. Ya mihîm ewe ku mexdûrên 28ê Sibatê hê jî di zîndanan de hene.”

Karadag, di dawîya axaftina xwe de bangî hikumetê kir û xwest ku di cîde van medeyana bi cîh bîne:

“-Lazim e temamê dozên Îslamî û kesên ji dozên Îslamî bi awakî derqanûnî hatibin mahkûmkirin ji teref komîsonekê ve ji nûve dozên wan bên vekirin û bi awakî adilane û li gor hiqûqê nehqîyên hatine kirin bê tesbîtkirin û mexdûrîyetên wan bên dîtin.

-Divê mexdûrîyetên kesên dizîndanan de bên tesbîtkirin û heger hewce bike bi Qerarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) biryar bê derxistin û heger hewce bike divê daraza ji nû ve bê kirin.

-Hewceye unsûrên darbeyê yên leşkerî, sivîl û temamê derbekaran hesab bê pirsîn.

-Divê neheqîyên di 28ê Sibatê de hatine kirin li ber çavan bê girtin û lêpirsînên ewlehîyê yên di wê heyamê de hatibe kirin tev bên betalkirin.

-Divê kesên di 28ê Sibatê de bi bêhiqûqî hatibin girtin û di zîndanan de hatine ji bîr kirin demildest ji zîndanan bê derxistin.”

Dayika Ramazan Elaltûntaş, Rahîme Elaltintaş îfade kir ku lawê wê mexdûrê 28ê Sibatê ye û ev 25 alê wî ye di zîndanê de ye û wiha got: “Zarokên me hê jî mexdûrin û di zîndanan de ne em vê yekê qethîyen qebûl nakin Serokomar çima alîkarîya me nake. Me li vê dinyayê têra xwe kişand zarokên me ji di zîndanan de têra xwe kişandin. Ez ji birêz Serokomar rica dikim bila êdî zarokên me ji zîndanan derxe. Êdî bila deng bidin me.”

Keça Haci Bayûncik, Ozlem Tûtar Bayûncûkê îfade kir ku bavê wê nexweşê kronîkê û ev 17 salê wî ye di zîndanê de ye û wiha got: “Bavêmin ev 17 salê wî ye di zîndanê de ye û heyama daraza wî ji qethiyên bi awakî adîlane nehat kirin. Ji ber heyeta mehkemê tu delîl nedîtin bi endamtîya rêxistinê 10 sal ciza dan bavêmin. Bi îdîaya neheqî li mehkemê kiriye 5 sal ciza dan bavêmin. Bi temamî 15 sal ciza dan bavê min lê belê Dadgeha Bilin cizayê bavê min xera kir û cizayê muebetê dan wî. Ev ciza jî ji ber ku bavê min di sala 2000 rî de li Stenbolê di operasyona Beykozê de hatibû girtin dan wî. Lê belê bavêmin di Îlona 2001ê de li Edenê hatibû girtin. Niha bavê min 63 salîye û gelek nexweşîyên wî heye. Di gel van teva cizayê muebetê dan bavê min û ev serê 17 salîye bavê min di zîndanê de ye.”

Birayê Mehmet Sabaz, Huseyîn Sabaz îfade kir ku ev 16 salê birayê wî ye di zîndanê de ye û wiha got: “Di sala 2002an de birayê min di dema zîyaretekê de hat girtin û bi awakî zalîmane îşkence li wî kirin û bi zorê îfade bi wî dan îmzekirin. Ji bo ev zilm û neheqîya bê dîtin divê hê em çiqasî bisekinin.”

ÎLKHA


























 

Bu haber toplam 642 defa okunmuştur

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.