Cenazeyên 13 kesan anîn Gundê Herbecinê
DİYARBEKİR - Cenazeyên 13 kesên ku li Gundika Baqewsa girêdayê navçeya Sûra Diyarbekirê di encama înfilaqkirina qamyoneta bombebarkirî ya ku ji teref PKKê ve hatibû înfilaqkirin de jiyana xwe ji dest dabûn anîn Gundê Herbecinê.
Cenazeyên 13 kesên ku li Gundika Baqewsa girêdayê navçeya Sûra Diyarbekirê di encama înfilaqkirina qamyoneta bombebarkirî ya ku ji teref PKKê ve hatibû înfilaqkirin de jiyana xwe ji dest dabûn anîn Gundê Herbecinê.
Wekê ku tê zanîn 5 roj berê li Gundika Baqewsa girêdayê navçeya Sûra Diyarbekirê ji teref PKKê ve qamyoneta bombebarkirî hatibû înfilaqkirin û 16 kes di encama înfilaqê de perçe perçe bûbûn. Piştî teqînê cenazeyên van kesan anîbûn Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê. Piştî miemelyên DNAyê van cesedan teslîmê malbatên wan kirin. Ji xeynî Wezîrê Karûbarên Hindirîn Efkan Ala û Wezîrê Pêşketinê Cevdet Yilmaz, Wezîrê Kevin ê Çandiniyê Mehdî Eker gelek kes beşdarê nimêja cenazeya van kesan bûn.
Piştî nimêjê van 13 kesan di nav şîn û girênê de birin goristana gund. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.