Çendîn sal e bi îhtîmam li zarokên xwe yên astengdar dinêre

Çendîn sal e bi îhtîmam li zarokên xwe yên astengdar dinêre

MÊRDÎN - Alîye Halîle Muhammedê 75 salî ya ku ji ber şerê Sûrî reviye û hatiye li Mêrdînê sitiriye çendîn sal e ku bi îhtîmam li zarokên xwe yên astengdar dinêre.

Alîye Halîle Muhammedê 75 salî ya ku ji ber şerê Sûrî reviye û hatiye li Mêrdînê sitiriye çendîn sal e di gel şert û mercên neyînî hewl dide ku bi îhtîmam li zarokên xwe yên astengdar binêre.

Alîye Halîle Muhammedê 75 salî ya ku 3 sal berê ji ber şerê Sûrî reviye û hatiye li Mêrdînê sitiriye mecbûr e li zarokên xwe yên astengdar mêze bike. Ji 3 zarokên wê yê herî biçûk 45 salî ye.

Alîye Halîle diyar kir piştî ku mêrê wê wefat kiriye kar û berpirsyariya wê zêdetir bûye. Dûvre Aliye Halîle wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji zarokên min yekî 55 salî ye çavê wî nabîne. Yê din 45 salî nexweşê sarayê ye û denga wê li cî nîne. Qîza min a 60 salî jî astengdar e. Piştî ku 10 sal berê bavê wan wefat kir karê min bi zehmettir bû. Ji ber umrê min a extiyar e pir zehmetî dikşim. Carinan bûkên min alîkariya min dikin.”

“Mêzekirina zarokên astengdar a di vê malê de pir zehmet e”

Halîle ji xêrxwaz û rêvebiran alîkarî xwest. Dûvre wiha pê de çû: “Em li Mêrdînê di malekî kevin de dijîn. Ji bo ku em biçin mitbax, qedemgeh û odeyan merdîwan bikar tînin. Ji ber vê yekê em pir zehmetî dikêşin. Xwediyê malê hat 400 TL kirê xwest. Bila alîkariya me bikin. Mêzekirina zarokên astengdar a di vê malê de pir zehmet e. Em mihtacê maleke normal in. Bes zarokekî min dixebite. Rojê 50 TL distîne. Em 11 kes in. Dê ev pere çawa têra me bike. Em ji rêvebir û xêrxwazan alîkarî dixwazin.”

Lawê Halîle yê ji aliyê çavên xwe ve astengdar e jî ji Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan daxwaziya maleke nû kir. (ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler