
Çeteyên Cihû zarokên Filistînî direvînin
OCHA ragihand ku çeteyên Cihûyan di sê hefteyên dawî de 13 caran êrîşî Filistînîyên li Şerîaya Rojava kirine, çar Filistînî birîndar bûne, du malbat bi zorê ji cihên xwe hatine derxistin û pênc zarok jî hatine revandin.
Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Koordînasyona Karûbarên Mirovî (OCHA) ragihand ku di sê hefteyên dawî de 13 êrîşên çeteyên Cihûyan li Şerîaya Rojava hatine kirin.
Di encama van êrîşan de çar Filistînî birîndar bûn, du malbatên ji şeş kesan bi darê zorê ji malên xwe hatin derxistin û milk, wesayît û erdên çandiniyê hatin wêrankirin.
Li gorî rapora OCHA, şîddeta çeteyên Cihûyan zêde dibe.
Di raporê de tekez hat kirin ku pênc Filistînî li parêzgehên Nablus, Ramallah û El Xelîl ji teref çeteyên Cihû ve hatine revandin û bûyerek şok li gundê Beyt Forik ê li rojhilatê Nablusê qewimî, ku keçek 13 salî û birayê wê yê 3 salî bi daran ve hatine girêdan û revandin.
Di raporê de hat diyarkirin ku êrîşên çeteyên Cihûyan zêde dibin, wargeh berfireh dibin, ev rewş êşa Filistîniyan kûrtir dike û li dijî îşxalekran ti tedbîrên cezakirinê nayên girtin an jî tedbîrên astengkirinê nayên girtin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.