Cil û bergên me yên zivistanê tev di destê me de man

Cil û bergên me yên zivistanê tev di destê me de man

Esnafên Diyarbekirê îfade dikin ku ji ber hewa germ wan îsal tu kar nekirîye û cil û bergên kirîne tev di destê wan de mane.

Wekî li giştîye Tirkîye li Diyarbekirê ji îsal hewa qet sar nebû û her tim germ bû, ji ber vê yekê esnafên Diyarbekirê îfade dikin ku karên wan sekinandî ye.

Esnafên Sûr û Baxlarê îfade dikin ku ji ber hewa sar nehatîye wan îsal cîl û bergên zivistanê qet nefrotîye û navendên danû stendinê yên mezin tu xêr ji karê wan re nehiştîye û xwestin ku welatî ji wan dan û stendinê bikin.

Ji esnafan Mûrat Yildiz destnîşan kir ku ji ber hewa germ, wan îsal qet kar nekiriyê û cil û bergên wan kirîye tev di destê wan de maye.

Yildiz, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Îsal dan û stendin ne wek me hesab dikir bû. Lewra me zivistan nedît. Zivistanê me wek biharê derbas bû. Ji ber vê yekê cil û bergên me anî bû tev di destê me de man. Me tiştek neftûtin. Heman maye zivistan biqede lê belê me tiştek nefrotî ye. Ji ber vê yekê me bihayên wan xist. Hûn bixwazin nexazin navendên dan û stendinê yên mezin bandorê li ser me dikin. Ji ber ku ew zêdetir luksin û gelek dikan li ba hevin evjî bandorê li ser me dike. Em ji gel dixwazin bila ji esnafên bi çûn dan û stendinê bikin.”

“Îsal cil û bergên me yên zivistanê tev di destê me de man”

Ji esnafan Mecît Baran, îfade kir ku ev 18 salê wî ye ew esnafe, ev cara yekeme ew tiştekî wisa dibîne û wiha got: “Mala xwedê ava be berya niha karê me baş bû. Lê bela îsal tiştên me tev di destê me de man. Lewra zivistan tine bû. Îsal zivistan ji bo esnafan piçkî zehmetî derbas dibe. Li gor sala borî zivistana îsal qet nebaşe. Ev 18 salêmine ez li virim, yekem care ez zivistanek wisa dibînim.”

“Gel bi rehetî nayên van derana”

Ahmet Akay îfade kir ku îsal zivistan tinebû. Ji ber ku zivistan tinebû eşyayên me tev di destê me de man û got: “Zêde nebe jî xisara her kesî çêbû. Disa jî em îdare dikin. Ji ber ku em jî wek navendên dan û stendinên yên mezin îmkana nadin welatîyan çûyîn û hatina welatîyan kême. Bi taybetî ev yek li Sûrê zêdetir derdikeve pêş çavan. Ser gotinê li vir parqa wesaîtan tineye. Welatîyên me nikarin tev malbatên xwe werin vira. Ji ber welatîyên me nayên van derana di tîcaretê de ketin çêdibe. Di vî warîde pirsgirêkên esnafan zêde ye.”

Mûsa Sakayê ku li Rêya Sakarya esnafe wiha got: “Îslal zivistan nehat Diyarbekirê. Ji ber ku sektora me wek zivistan û havînî tê guherandin îsal eşyayên me yên zivistanî tev di destê me de man. Tiştên em difroşin jî em bi xisarê difroşin. Bi taybetî botên zivistanê yên ku me bi 50 lîreyî stendibû em nikarin bi 40 lîreyî bifroşin. Lewra me pere xistîye vana. Ji ber ku nayên firotin emê vana rakin û emê pereyên xwe têxin yên havînî. Ji ber vê yekê me vê zivistanê zaf zehmetî kişand. Ji ber ku zivistan tineye miştiryê me ji dixwazin em erzan bidin wan. Bi bihayê em solekê difroşin em nikarin botekê bifroşin. Heger hûn tiştê we kirîye nefroşin hûnê têkevin tengasîyê. Lewra banka we fêm nake. Em bi şekan dixebitin dema roja çekate were tu nede çekate wê morê bixwe û dema çeka te morê bixwe jiyana te ya esnafîyê diqede. Ji ber vê yekê dema deynê me hebe em zêran jî deyn bikin lazim e em deynê xwe bidin.”

ÎLKHA


























 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler