Çima polêsê Beljîkayê qatîlê Salîh nabîne?

Çima polêsê Beljîkayê qatîlê Salîh nabîne?

BRUKSEL - Abdulhakîm Kayayê qatîlê Mehmet Salîh Kaya yê ku li Charleroiya Beljîkayê qetilkiribû hêj jî ji teref polêsan ve nehatiye dîtin.

Mehmet Salîh Kayayê ehlê Gundê Gêra Caferê ya girêdayê navçeya Kerbarana Mêrdînê di 16ê Gulanê  li Charleroiya Beljîkayê ji teref Abdulhakîm Kayayê ve hat qetilkirin.

Abdulhakîm Kayayê ku li Charleroiya Beljîkayê endamê Navenda Civakê ya Kurdan e çend roj berê Mehmet Salîh Kayayê ehlê Gundê Gêra Caferê ya girêdayê navçeya Kerbarana Mêrdînê qetilkir. Lê digel çend rojan hêj ew nehatiye dîtin.

4 sal berê Mehmet Salîh Kaya ji Mêrdînê qetiyabû û li Charleroiya Beljîkayê bicî bûbû. Wekê ku tê zanîn di taxa ku Salîhê dijiya gelemperê gelê wî PKKyî bûn û her tim wan Salîhî tehdît dikirin.

Salîh Kaya ji ber ku yek gurçikê wî hebû carinan nedixebitiye. Salîhê xwediyê 3 zarokan carinan jî wek hosteyê fayansê dixebitiya.

Qetîl Abdulhakîm Kaya li navenda Taxa Avanue Mascauxa Charleroiya Beljîkayê di kûçeya 247yan de dijî. Çend roj berê Salîh Kaya qetil kir. Lê hêj ew ji teref polêsê Bejîkayê ve nehatiye dîtin.

Wekê kut ê zanîn li  Charleroiya Beljîkayê  Abdulhakîm Kaya ji bo 20 hezar Euroyê qaçaxtiya însanan dike û bi heman şiklê Li Ewrûpayê di nabeyna pirsgirêkên ku diqewime de li ser navê PKKê 30 hezar Euro xerac distîne.

Her wiha tê dîtin ku qatîl Abdulhakîm Kaya di bernameya ku Navenda Civakê ya Kurdan a Charleroiya Beljîkayê de tê dîtin.(ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler