Çînê 30 sîxûrên CIAyê înfaz kir

Çînê 30 sîxûrên CIAyê înfaz kir

Hat ragihandin Çînê di dîrokên cuda de tev de 30 sîxûrên CIAyê înfaz kir.

Li gor xebera ku di Kovara Foreîgn Polîcy a ku li Amerîka tê çapkirin û kovara polîtîkaya derve ya Amerîka ye, Çînê di dîrokên cuda de tev de 30 sîxûrên CIAyê înfaz kir.

Li gor daxuyanîyên ku ji teref 5 rayedarên CIAyê yên ku hêj hinek ji wan wezîfedar in ve ji kovarê re hatine dayîn tora muxbîran a ku heta sala 2010an gelekî baş dixebitî hilweşîyaye.

Sala borî rojnameya  New York Tîmes daxuyandibû ku li Çînê di navbera 2010 – 2012an de tev de 12 sîxûrên CIAyê hatine înfazkirin. Çavkanîyên ku daxuyanî dan Kovara Foreîgn Polîcy destnîşan kirin ev hejmar kêm e û îddîakirin ku heta niha 30 sîxûrên CIAyê ji teref Çînê ve hatine înfazkirin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.