1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Çinîna bi hezaran ton esraran dest pê dike
Çinîna bi hezaran ton esraran dest pê dike

Çinîna bi hezaran ton esraran dest pê dike

DİYARBEKİR - Li Diyarbekirê çinîna bi hezaran ton esraran yên ku civakê û bi taybet jî ciwanan ji aliyê exlaq û tendirustiyê ve dejenere û îfsad dike û roj bi roj wan wek exlaqî ji nirx civakê dûr dixe dest pê dike.

A+A-

Li hinek navçe û gundên ku girêdayê bajarê Diyarbekirê ne di meha nîsanê de kinif tê çandin û çinîna vê kinifê (esrar) di meha tîrmehê de dest pê dike. Dûvre jî ji bo ku civak were îfsadkirin ev made tê embarkirin. Gelo dewlet di derbarê vî mijarê de çi pêşgirî dike?

Wekê ku tê zanîn li navçeyên Lîce, Pasûr, Hênê û Hezroya Diyarbekirê bi hezaran ton esrar tê çandin. Geh geh operasyonên ku di derbarê vî yekê de tê kirin di raya giştî de jî tê dîtin. Bi taybet li gundên Xîzan, Mişrif, Kervas, Xelxel, Zengî, Derûm, Lîcok, Savat, Cimar, Sîsê, Derxust, Fîrdews û Sîniya girêdayê navçeya Lîcê esrar tê çandin.

Ev esrara ku di mehên adar û nîsanê de tê çandin di meha tîrmehê de tê berhevkirin. Gor agahiyên mehelî yên ku hatine bidestxistin li kêleka Qereqola Kayacikê ya ku di çolwara Lîceyê de ye jî esrar tê çandin û tu kesê midaxala vê yekê nake.

Gor idîayên ku nişteciyên gundên hawîrdor dikin carinan li zeviyên biçûk ên ku esrar tê de tê çandin operasyon tê lidarxistin. Lê tevlê zeviyên mezin nabin. Her wiha hat diyarkirin ku esrarên bi qelîte di şikeftan de vedişêrin lê esrarên beqem wek vekirê li derve dihêlin.

Ji ber ku axê bajarê Diyarbekirê bi randiman e ev çandin pêk tê. Bi taybet esrar di navçeya Lîceya Diyarbekirê de navnîşan e ku her tim li vir di çolwarê de çandiniya esrarê pêk tê.

Dema ku li îstîtîstîkên yekeyên ewlehî û cendirmeyan tê mêzekirin tê dîtin ku operasyonên tiryakê ya di serî de an jî di dawî de li Lîceyê pêk tê. Ev îstatîstîk her sal tên nûkirin û çandina esrarê jî bi şiklekî asayî didome.

Çavkanî diyar dikin dera ku PKKê heye li wir zêdetir çandina esrarê pêk tê. Dûvre mijar wiha tê diyarkirin: “Dewlet nikare têkeve hinek derên ku li çolwara Lîcê ne. PKK, li vir pir aktîf e. Kesên ku li vir çandinî dikin guman dikin ku malê wan di emniyete de ye. Lewra ji dewletê dûr e û nêzê qampên PKK ye. Berjewendiya PKK jî di vê yekê de heye. PKK, ji tiryaka ku li vir tê çandin pay distîne.”

Hat belavkirin ku PKK serê donimê 500 TL distîne û dera ku tiryak jî tê firotin wek sezon 500 TL distîne. Kesên ku vê xeracê nedin ji teref PKKê ve tên cezakirin.

Her wiha gor çavkaniyên mehelî ev operasyonên ku dijî tiryakê tên kirin kafî nînin û bes bi van operasyonan gel tê eglekirin. Heke mirov bixwazê bi şiklekî hêsan li vir çandina esrarê bike.

Ev derên ku her wext mirov dikare kontrol bike û bi şiklekî hêsan mirov dikare van zeviyên esrarê tespît bike. Lê di gel vî yekê tu tedbîr nayê hilanîn. Her wiha hat ragihandin ku bes PKK ji vê yekê xwe xweyî nake. Bi heman şiklê hinek amîrên milkî û zabiteyên wezîfedar jî ji vê yekê xwe xweyî dikin. 

Li gundên ku çandina esrarê tê kirin serê malê 3 yon esrar tê berhevkirin. Ji xeynî vê yekê hat belavkirin ku gundê herî biçûk jî herî kêm 50 ton esrar diçîne.

Ev tiryaka ku ferd û civakê ji xwe re hedef digire nifşa nû dejenere dike û wan ji nirx, bawerî û civakê dûr dixe. Ciwanên ku dûçarê tiryakê dibin wek manewî îfsad dibin. (ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.