​“Civak encax bi Qur’anê dikare ji gunahan dûr bikeve”

​“Civak encax bi Qur’anê dikare ji gunahan dûr bikeve”

Miftîyê Bajêra Entabê yê ku derbarê hesibandina zînayê wek sûc û mijarên îstîsmarên zayendî de nirxandinan kir derbarê mijarê de diyar kir çareya van nexweşî û gunehan di alema me ya nirxan deheye û divê em van bidin hereketkirin.

Ahmet Çelîkê Miftîyê Bajêra Entabê yê ku yê ku derbarê hesibandina zînayê wek sûc û mijarên îstîsmarên zayendî de nirxandinan kir diyar kir  zîna ji wan gunehên mezin gunehek e û Îslam li ser vê yekê pir zêde disekine û bo ev yek di civakê de ji holê bê rakirin hemû kes mesûl e.

Miftî Çelîk di axavtina xwe ya ku derbarê mijarê kir de destnîşan kir nexasim îstîsmarên zarokan sûcê însanetîyê ye û bûyerên wisa dilê wan dişewitîne û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em pir zêde xemgîn dibin. Jixwe ne mimkûn e em xemgîn nebin. Kesekî ku di nav vê ciwakê de ye wek malbat xwe di ewlehîyê de nikare hisab bike. Nexasim divê ev yek bê qebûlkirin. Divê temamê sazîyên dewleta me tiştê ku dikeve li ser milên wan bi cî bînin. Elbet ev mesele bi dualî ye. Yek alîyê exlaqê û ya din jî problema însanetî ye. Ev yek bes ne meseleya Tirkîyê, alema Îslamê berawajî meseleya temamê însanetîyê ye.”

 “Wek sazî em tev ji vê mesûl in”

Çelîk di berdewama axavtina xwe de diyar kir divê em bi nirxên xwe li çareserîya van problemên civakî bigerin ku ji sedî 99ê welat Misliman e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Dînê me  zînayê ji wan gunehên mezin dihesibîne. Di kevneşopîya me ya ku di bergeha bawerîya me derketîye de jî ev yek bê vir de bê wir de eybeke mezin hatiye hesibandin. Bo tiştên wisa pêk neyên civak tedbîran wergitiye. Wekî din divê di bergeha nirxên dînî de bi saya perwerdehî û hîndekarîyê di nava civakê de nirxên Îslamî bi şikleke pir baş bên şuxilandin. Wek sazîyan em tev ji vê mesûl in. Divê ez wek miftîyekî digel hevalên xwe yên kar bibêjin “Gelo di vî warî de qisûrekî me heye, me îhmalkarîyekî kiriye?” bifikirin. Divê em di dema perwerdehî û hîndekarîyê de îman û dîn bi şikleke herî baş bidin şuxilandin û divê em vê yekê li qada civakî belav bikin.”

Çelîk di berdewama axavtina xwe de diyar kir zîna ji wan gunehên mezin gunehek e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Zîna, îstîsmara zarokan di dînê Îslamê de ji wan gunehên mezin tên hesibandin. Divê bes ji hêla exlaqî ve neyê destekkirin. Divê ji hêla dayîna cezayê de jî hinek tişt bên kirin da ku tirsê bide kesên ku meylî vê yekê bikin. Ez bawer dikim ger temamê civak û sazîyên di civakê de qinyatîya xwe bi nirxên manewî bînin û seferberîyê bidin destpêkirin ew ê ev yek bê çareserkirin. Em dizanin ku îro civak bi  harekatên leşkerî nayên hilweşandin. Îro bi dejenerasyona exlaqî  êrîşî nirxên me dikin.

 “Divê em îrtîbata xwe ya bi Qur’anê re qewî bikin”

Çelîkê ku diyar kir “divê em îrtîbata xwe ya bi Qur’anê re qewî bikin” di berdewama axavtina xwe de wiha axivî: Cegera me dişewite. Agir tenê cihê ku lê dikeve naşewitîne, bi heman awayî derdorê jî dişewitîne. Ji ber wê yekê divê kes li gor xwe tedbîrên xwe bistînin. Elbet di vî warî de heyat û rêber Qur’ana Kerîm e. Ji ber wê yekê dema ku me nirxên xwe îhya kir û zinde kir çavkanîya me Qur’an be û divê em îrtîbata xwe ya bi Qur’anê re qewî bikin. Em dikarin bi Qur’anê heyata xwe tije bikin û li dijî êrîşên xalên şer li ber xwe bidin.”

Çelîk di dawîya axavtina xwe de diyar kir divê ew cezayên ku dê ji bo wan sûcan bê dayîn însan islah bikin.(ÎLKHA)






 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler