Cıvîna Cemîyeta ‘Alıman

Cıvîna Cemîyeta ‘Alıman

Cemîyeta ‘Aliman ya kû merkeza wê li Dîyarbekirê ye, bi beşdarîya gelek ‘alim û muderrîsan, civîna xwe ya 8. Ya îstîşareyê li dar xist.

Di civînê de, bi piranî li ser êrîşên 6 û 8ê cotmehê hat xeberdan. ‘Alim û maqûlên herêmê dîyar kirin ku ev ne êrîş û qetlîama ‘ewule, bi salane xelkê musluman bûne hedefa kesên xwedî îdeolojîya Marksist û Leninistân. tenê ne rageşîyeke di nava partî û komelande ye, ev eşkereye ku dawa heq û batile.

‘Aliman, gazî li kesên xwedî ûjdan û însîyatîf kirin ku divê li dijî vê zulmê têkevin hereketê û çi gavên hewce heye divê zûbizû bê avêtin.

Seyda û maqûlên herêmê dîyar kirin ku tepkî û bertekên li hember van êrîşana wezîfeyek dînîye. Divê ‘alim û maqûlên herêmê û hemû kesên xwedî ûjdan li ber vê rewşê bêdeng nemînin.

Di xeberdanên xwe de ‘aliman, ji ayêtê Qur’anê mînak bi pêş kirin û sûreya ya tewbeyê ayeta 71an “Mumînên mêr û mumînên jin velîyê hevin. Xêrê bi hev dide tewsîye kirin û ji xerabîyê jî xwe di parêzin.” Di  Enfal ayeta 73an de jî Xweda weha fermandike: “Kafir tev dostê hevin.” Cemîyeta ‘Aliman pir zêde li ser biratî û li hev xwedî derketina muslumanan sekinî.

Di dawîyê de jî ‘aliman îfade kirin ku ev êrîşêna tenê li hinek camîaya nayên sînorkirin, hemû kesên li dijî vê zulmê bêdeng dimîne jî wê para xwe bigrin. Heta niha negirtina qatilan jî bi heyret û wateyê hat îfade kirin.

     BANGAHEQ

 

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.