Ciwanê ku di mizgeftê de ji bo îmtîhana sîyerê dixebitiya qezenc kir

Ciwanê ku di mizgeftê de ji bo îmtîhana sîyerê dixebitiya qezenc kir

Ciwanê Mêrdînî yê ku di îmtîhana sîyerê a ku ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve hat lidarxistin de têket derecê diyar kir ku wî xebata xwe ya ji bo vê îmtîhanê li mzgeftê derbas kiriye.

Ciwanê Mêrdînî yê ku di îmtîhana sîyerê a ku ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve hat lidarxistin de têket derecê diyar kir ku wî xebata xwe ya ji bo vê îmtîhanê li mzgeftê derbas kiriye û di serkeftina wî de mizgeft faktorekî mezin bûye.

Mehmet Ornekê 24 salî yê ehlê Mêrdînê beşdarê îmtîhana sîyerê ya ku teref Platforma Evîndarên Pêxember ve hat lidarxistin bû. Di îmtîhanê de ji 100 pirsan 99ê bersivand.

Ornek wiha axivî: “Beriya her tiştî ji ber ku rojekî wiha bûye nesîbê min hemd ji Xweda re. Min ji xwe bi xwe re got dê miheqeq ez îmtîhanê qezenc bikim. Dema ku ez ji îmtîhanê re xebitîm min 7 caran kitabê xwend. Dema ku min cara yekemîn xwend min xal dikişand binê ciyên girîng. Piştî ku min cara 3yemîn xwend ciyên ku min binê wê xêz kiribûn nivîsand deftere. Wê notê bi taybet di mizgeftê de dema ez tenê dimam min tekrar dikir. Ji bo xebatê feyz û bereketa mizgeftê pirr e. Wek manewî pirr baş e.”

Ornek diyar kir ku herkesê beşdarê vê îmtîhanê bûye qezenc kiriye. Dûvre Ornek wiha pê de çû: “Divê kesên din nebêjin “me qezenc nekiriye” û xemgîn nebin. Lewra qethiyen her kes di vê îmtîhanê de qezenc dike. Herkesên ku pirtûka siyerê xwendin û têketin îmtîhanê qezenc kirin. Sîyer bes ji bo îmtîhanan nayê xwendin. Divê ku em sal û 12 meh vê yekê tekrar bikin.”

“Min 2 roj piştî îmtîhanê di xewna xwe de didît ku min Umrê qezenc kiriye”

Ornek diyar kir ku wî di xewna xwe de dîtiye ku Umreyê qezenc kiriye. Dûvre Ornek wiha dawî li axavtina xwe anî: “Min 2 roj piştî îmtîhanê di xewna xwe de didît ku min Umrê qezenc kiriye. Dema ku encam diyar bûn ez çûm li ber TVyê. 7 kesên ewil diyar bûn. Ez di îmtîhanê de dibûm 8 emîn. Dûvre qure hat kişandin. Di rêza 8 emîn de navê min derket. Hemd ji Xweda re. Ez di nav kesên ku Umrê qezenc kirine de me.” (ÎLKHA)
















 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.