Ciwanên ji teref  PKKê ve hatibûn şehîd kirin hatin  bibîranîn

Ciwanên ji teref PKKê ve hatibûn şehîd kirin hatin bibîranîn

ÊLIH - Li Êlihê Selîm Ruzgar û Abdullah Sapanci yên ku di salên 90an de ji teref PKKê ve hatibûn qetilkirin bi wesîla salvegera qetilkirina xwe de hatin bibîranîn.

Li Êlihê Selîm Ruzgar 15 salî û Abdullah Sapanciyê 22 salî yên ku di 23yê Mijdara sala 1993yan de ji teref PKKê ve hatibûn qetilkirin bi wesîla salvegera qetilkirina wan ji teref Hîra-Derê ve hatin bibîranîn.

Endamê Îttîhad’ul Ulema Mela Beşîr Şîmşek di derbarê şehadetê de axavtineke kir. Şîmşek wiha diyar kir: “Civakên ku şiûra şehadetê terk kirine ji zillet, zerar, fitne û esaretê xelas nebûne. Lê kesên ku şehît dane û yên ku her tim xwediyê şiûra şehadetê ne her tim ezîz bûne. Ji dewra Pêxemberê me (as) heta îro li jiyana kesên ku ji mirinê natirsin û û dev ji şehadetê bernadin mêze bikin ew her tim bi îzzet bûne. Îro li mijara Mislimanan a di dinê de binêrin ji ber ku şiûra wan a şehadetê tune ew çawa perçe perçe bûne.”

Şîmşek diyar kir ku îro ji her demê zêdetir însan dimirin. Dûvre Beşîr wiha li axavtina xwe zêde kir: “Îro ji her demê zêdetir însan dimirin. Ew jî bi şiklekî xerab dimirin. Heke Mislimanan micadele bikirana û şehîd bidana mimkûn nebû ku însan ew qas bimirîna. Dê wê çaxê zarok, pîrek, îxtîyar ew qas nemirîna.” (ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.