Coşa Wîladeta Pîroz Didome
Platforma Evîndarên Pêxember li gundê Zorûna Şirnexê bernameya mewlûdê li dar xist
Platforma Evîndarên Pêxember li gundê Zorûna Şirnexê bernameya mewlûdê li dar xist. Bername li meydana gund hat rastkirin û bi xwendina Qurana pîroz dest pê kir.
Bernameya ku pêşkêşvanê wê Asim Özalp bû, bi xwendina mewlûd û îlahîyan dewam kir. Di bernameyê de selewat û tekbîr qut nebûn.
Mela Kerbela Şanli di bernameyê de bi kurdî li ser heyata pêxember axivî.
Şanli, ji heyat û jîyana pêxemberê me peyamên girîng û balkêş diyarkirin. Bername ji zarê mela Ömer Anik ve bi xwendina dûayê bi dawî bû
BANGAHEQ
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.