Cotkar û heywandar pev çûn: 86 mirî
Li Nîjeryayê di navbera corkar û heywandaran de pevçûn derket, di encama pevçûna ku derket 86 kes jiyana xwe ji dest dan.
Hat ragihandin li Nîjeryayê di navbera corkar û heywandaran de pevçûn derket, di encama pevçûna ku derket 86 kes jiyana xwe ji dest dan.
Li gor agahîyên ku ji çavkanîyên mehelî hatine wergirtin li Nîjeryayê roja înê ji qewmê Berom çend kes êrîş birin li ser qewmê Fulanîyê ku karê heywandarîyê dikin û di êrîşê de 5 kes hatin kuştin. Ji ber vê êrîşa ku hat kirin qewmê Fulanî roja şemîyê bersiv dan wan û pevçûn derket. Piştî pevçûnan li 3 herêman qedexeya derketina derve hat îlankirin.
Komîserê Polêsan ê Parêzgehê Undîe Adîe di daxuyanîya ku derbarê mijarê belav kir de destnîşan kir di pevçûnên ku derketin de herî kên 86 kes jiyana xwe ji dest dan û 6 kes jî birîndar bûn. Adîe di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir di pevçûnan de 50 mal, 15 motosîklet û 2 wesayît hatin şewitandin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.