“Cudahiyên me nikarin biratiya me ji holê rakin, emzarokên pakû paqij ên Îslamê ne”

“Cudahiyên me nikarin biratiya me ji holê rakin, emzarokên pakû paqij ên Îslamê ne”

Ji ber minasebeta Hefteya Wîladeta Pîroz li Agiriyê bernameya “Wîladeta Pîroz a Bernameya Taybet’ hat tertîpkirin. Serokê Karên Diyanetê Prof. Dr. Mehmet Gormezê ku beşdarî bernamê bû diyar kir ‘Cudahiyên me nikarin biratiya me ji holê rakin, emzarokên pa

Li Agiriyê li Navenda Kongre û Çandê ya Zanîngeha Agirî Îbrahîm Çeçenê ji ber minasebeta Hefteya Wîladeta Pîroz li Agiriyê bernameya “Wîladeta Pîroz a Bernmeya Taybet’ hat tertîpkirin. Serokê Karên Diyanetê Prof. Dr. Mehmet Gormez jî wek axavtvan îştîraqî bernamê kir. Gormez di axavtina xwe ya ku di bernamê kir de diyar kir “Cudahiyên me nikarin biratiya me ji holê rakirin, em  zarokên pak  û paqij ên Îslamê ne. Ziman, irq, qewm, aşîret û qabileya wî çi dibe bila bibe em ji Agiriyê ji temamê dinyayê re bibêjin  em zarokên pak û paqij ên Îslamê ne.”

 “Ger kaleya îmanê ne sexlam be em nikarin emanê tesîs bikin”

Gormez di berdewama axavtina xwe de diyar kir Xweda emana xwe ji ser Agirî, welêt û li ser erdnigariya Îslamê kêm neke û Xweda bike nesîp ku em bibin ji wan komên birayan ên ku xwe li hev dû digrin. Gormez dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Beldeyên Îslamê aştiyê û beldeyên îmanê jî emanê winda kirin. Bexda, Şam, Trablus û Sana bûye gola xwînê. Ew şerên ku exlaq û hiqûqê nas nakin hêj xwînê dirjînîn. Ji bo em bibin ummeta emîn a Pêxemberê emîn divê em heyata wî di heyata xwe de tetbîq bikin. Divê em zanibin ku piştî nimeta îmanê nimeta emanê lutfa herî mezin a ku Xweda daye me ye. Ger kaleya îmanê ne sexlam be em nikarin emanê tesîs bikin. Bi heman awayî mumin ew kesê ku bawer dike û bawerî pê tê anîn e. Cudahiyên me nikarin biratiya me ji holê rakirin, em  zarokên pak  û paqij ên Îslamê ne. Ziman, irq, qewm, aşîret û qabileya wî çi dibe bila bibe em ji Agiriyê ji temamê dinyayê re bibêjin  em zarokên pak û paqij ên Îslamê ne.”(ÎLKHA)
























 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.