Cumhurîyet hat protestokırın

Cumhurîyet hat protestokırın

3 Kesên ku kı bo rojnameya Cumhûrîyetê a provokatör, protesto bıkın hatın ber avahîya qezetê û hatın bınçav kırın

MAŞE Û QÛQLAYA HÊZÊN DERVE ROJNAMEYA CUMHÛRÎYETÊ A PROVOKATÖR, BI SEDEM QARÎQATORÊN KOVARA ŞARLÎ HEBDOYA KU HEQARET LI PÊXEMBERÊ ME REHBER Û RÊZANÊ ME KIRÎYE WEŞAND HAT PROTESTO KIRIN. 3 KESÊN KU VÊ QEZETA DIJMINÊ ÎSLAMÊ PROTESTO DIKIR, HATIN BIN ÇAVKIRIN. LI ALYE DIN TURK HAWA YOLARÎ JÎ QIRARA DA KU ÊDÎ QEZETA CUMHÛRÎYETÊ NASTÎNIN Û NAXIN TEYARÊN XWE.

Maşe û qûqlaya hêzên derve rojnameya Cumhûrîyetê a provokatör, bi sedem qarîqatorên kovara şarlî hebdoya ku heqaret li Pêxemberê me rehber û rêzanê me kirîye weşand hat protesto kirin. 3 kesên ku vê qezeta dijminê Îslamê protesto dikir, hatin bin çavkirin.

Hat dîyarkirin ku kesekî di destê wî de ala Tewhîdê hebû, di saet dora 15:30an de li ber avahîya qezetê xuya bû.

ji ber ku qezeta Cûmhûrîyetê heqareta li Pêxember ‘Eleyhî Selam ya ku di kovara Şarlî Hebdoyê de hatibû weşandin bi zimanê tirkî wergerand û weşand hat protesto kirin. Di heyama ku protestovan hat binçavkirin, bi dengê hêlî weha digot: “Tu nikare li Dînê min û Pêxemberê min heqaretê bike. Hêza te têra vî karî nake… Li Iraq û Afganê bi milyonan musluman hatin qetil kirin, ka we ji bo wan çi kir?

Dûre protestovan ji teref polîsan ve li wesaîteke sivîl hat suwarkirin û birin.

Piştî vê bûyerê, demeke kin 2 kesên din jî pelên qezeta Cumhûrîyetê şewitandin û protesto kirin û bertek nîşandan. Her dû kes ji teref polîsan ve hat binçav kirin.

Li alyê din, şîrketa rêya hewayê ya bi navê “Turk Hawa Yolları” jî rojnameya Cumhûrîyetê a provokatör protesto kir û qirar da ku wê êdî ji bo hundurê firogehan û teyaran, qezeta Cumhûrîyetê nastînin. Wê êdî planên xwe li gor vê qedexe û biryarê amade bikin. (BANGAHEQ)

 

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler