Cuneydîyê Filîstînî: Min hewil da li paytexta Mislimanan xwedî derkevim

Cuneydîyê Filîstînî: Min hewil da li paytexta Mislimanan xwedî derkevim

Cuneydîyê ku li Filîstînê ji teref siyonîstên îşxalker ve hat binçavkirin bi wêneya xwe ya binçavîyê bû sembola berxwedana Qudsê diyar kir “Min digel hewalên xwe hewil dali Filîstînê û li paytexta Mislimanan xwedî derkevim."

Cuneydîyê ku li Filîstînê ji teref siyonîstên îşxalker ve hat binçavkirin bi wêneya xwe ya binçavîyê bû sembola berxwedana Qudsê diyar kir “Min digel hewalên xwe hewil da li welatê xwe, li axên xwe, li Filîstînê û li paytexta Mislimanan xwedî derkevim.”

Cuneydîyê Filîstînî yê ku bûye sembola berxwedana Qudsê bo beşdarî bernameya ku ji teref Şaredarîya Esenelerê ve hat tertîpkirin bibe ji Urdunê hat Stenbolê.

Cuneydîyê ku beşdarî bernamê bû diyar kir ‘Min hewil da li paytexta Mislimanan xwedî derkevim’ û dû re ji ber ku li destekan  ji Erdogan û xelkên li Tirkîyê re teşekur kir.

 “Di dîmenê de ne ez; îsraîl ji min ditirsiya”

Cuneydî qala çîroka wê wêneya ku di dema binçavîya wî de hatiye kişandin kir û weha got: “Piştî ez hatim berdan haya min ji wê fotografê çêbû.  Dema ku min girtin min birin girtîgehê û min tiştekî nedî. Televîzyonek hebû ku tê de bes îsraîl dihat nîşandan. Dema ku ez ji girtîgehê derketim kêfxweş bûm û dema ku min fotografê xwe dît ez şanaz bûm. Di fotografa ku hatiye girtin de ez ji wan natirsim ew ji min ditirsin. Îspata vê yekê jî di wê fotografê de hebûne 23 leşkerên îsraîlî ye. îsraîl bi şikleke wehşîyane min desteser kir. Dema ku min desteser kirin bi çekan li min dan û milên min şikandin û ez 22 rojan di girtîgehê de mam. Mahkemeya min taloqî 14ê Sibatê hat kirin.”

 “Ez Filîstînî me, di vê dozê de leşker im”

Di bernameya ku hat tertîpkirin de rojnamevanek ji Cuneydî pirsî “Gelo dema ku tu derketî kolanan tu qet fikirî ku ew ê tu bê binçavkirin, tu tirsîyayî?’ Cuneydî pirsa rojnamevan wisa bersivand: “Ez Filîstînî me, di vê dozê de leşker im. Divê ez digel temamê heval û birayên min em bibin leşker. Min qet wan tiştên ku we got nefikirîm û derketim kolanan. Ger ez li welatê xwe, li paytexta xwe xwedî dernekevim ew ê kî lê xwedî derkeve? Ji bo vê yekê em derketin kolanan û xwedî li doza xwe derketin. Bo min qet ne muhîm e, dibe ku min bigrin, şehîd bikin û bavêjin hepsê jî. Ez bo van amade me. Min digel hewalên xwe hewil da li welatê xwe, li axên xwe, li Filîstînê û li paytexta Mislimanan xwedî derkevim.”(ÎLKHA)






























 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.