DAÎŞê gundê Çil Oxlî li rojavayê Kobanî kontrol kir

DAÎŞê gundê Çil Oxlî li rojavayê Kobanî kontrol kir

DAÎŞê gundê Çil Oxlî li rojavayê Kobanî kontrol kir

Çekdarên rêxistina bi navê “Dewleta Îslamî ya Îraq û Şamê (DAÎŞ)” îro serê sibehê dest danîn ser gundê Çil Oxlî li rojavayê herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê.

Serokê Komeleya Parêzerên Kobanî Mistefa Îsmaîl ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku “şeva borî çekdarên DAÎŞê bi tankan gundê Çil Oxlî topbaran kirin û di encama topbarana tund de şervanên gund paşve kişiyan”.

Îsmaîl da zanîn ku “şervanên Yekîneyên Parastina Gel YPGê di gund de tine bûn û tenê gundiyan bergirî li gundê xwe dikirin”.

Li gor zanyariyên ku parêzer Mistefa Îsmaîl  ji Rûdawê re gotine, di encama şer û pevçûnan li gundê Çil Oxlî de hemwelatiyê kurd Elî Îsmaîl birîndar bûye lê ti kes ji şervanên gund nehatîye kuştin”.

Îsmaîl diyar kir ku ji ber gund nêzîkî sînorê Bakurê Kurdistanê ye piştî vekişîna ji gund, gundî derbasî Bakurê Kurdistanê bûn.

Ev zêdetirî heftiyekê ye şerê di navbera şervanên YPG û çekdarên DAÎŞê li rojhilatê Kobanî berdewam dike. Roja pêncşemê DAÎŞê dest danî ser gundên Evdukê, Kendal û Girê Sor li rojhilatê Kobanî.

Bi vê yekê 6 gundên Kurdan li herêma Kobanî ketin destê çekdarên DAÎŞê.

Her sê gundên din ên di destê DAÎŞê de bi navê Zormigar, Beyadiye û Ziyaret li rojavayê Kobanî ne.

Li gor amarên YPGê, heta niha di şerê li rojhilatê herêma Kobanî de zêdetirî 100 çekdarên DAÎŞê hatine kuştin û 16 şervanên YPGê jiyana xwe ji dest dane.

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.