Danezana encamnameya Hevdîtina Aliman a 3yemîn hat xwendin belavkirin

Danezana encamnameya Hevdîtina Aliman a 3yemîn hat xwendin belavkirin

Danezana encamnameya Hevdîtina Aliman a 3yemîn a ku bi beşdarbûna alimên ji Kurdistana Tirkîyê, Sûrîyê, Iraqê û Îranê hat tertîpkirin hat belavkirin.

Hevdîtina Aliman a 3yemîn a ku bi beşdarbûna alimên ji Kurdistana Tirkîyê, Sûrîyê, Iraqê û Îranê ji teref Yekîtîya Alim û Medreseyan ve li Diyarbekirê hat tertîpkirin bi dawî bû. Piştî ku hevdîtin xelas bû re danezana encamnameya Hevdîtina Aliman a 3yemîn hat belavkirin.

Temamê danezana encamnameya Hevdîtina Aliman a 3yemîn:

Me, Hevdîtina Aliman a 3yemîn, bi nusret û alîkarîya Xweda û bi beşdarbûna we ya beşdarvanên ji hev bi qedr û qiymetir, tertîp kir û hemd ji Xwedê re ku bi xêr û bereket bi encam bû. Berî niha encamnameya her du Hevdîtinên Aliman hat belavkirin û bi raya giştî re hat parvekirin. Ev danezan jî encamnameya Hevdîtina 3yemîn a Aliman a ku di navbera dîrokên 13-14ê Îlonê hatiye tertîpkirin e.

Ev danezana ku hat belavkirin û parvekirin, şahîdî û taahhuda vê organîzayonê ya li hember civakê ye. Di vê çarçovê de em bawer dikin ew ê temamê kesên ku beşdarî vê hevdîtinê bûne, bi vê şiûr û têgihiştinê cehd û xîretên xwe bidomînin.

Em van maddeyên ku di encama  pêşkêşî, gotûbêj û mulahazayên ku di Hevdîtina Aliman a 3yemîn de hatine kirin de derketina holê bi çapemenî û raya giştî re parve dikin:

Di islahkirina civakê de erk û wezîfeya ulemayê her tim gelekî zêde bûye. Hewl û xîreta wan alimên berê, ji bo wan kesên ku piştî wan hatine, di nav xwe de mînakên baş û xweşik dihewîne. Alim, pêwîst e ku wan aliman ji xwe re mînak bistînin û erk û wezîfeya xwe bi cî bînin.Ji bo Misliman karibin amelên salih bikin, dinyayê îmar û mamûr bikin û ji bo ku karibin di vê îstîqametê de ji kesên din re pêşîvantîyê bikin; di serî de divê bibin xwedîyê eqîdeya sahîh a Îslamê. Divê alimên Îslamê li dor Qur’an û Sunnetê werin ba hev û divê eqîdeya sahîh a Îslamê di nav civakê de belav bikin.Di nav ummeta Îslamê de cûrbecûr gelek zêde problem, êş û elem hene ku musebbîbê sereke yê van tefrîqa û şerên navxweyî ye. Dawîbûn û ji holê rabûna van tefrîqa û şerên navxweyî bi tifaqa ulemayê mimkûn e. Alimên Îslamê  bi vê şiûra mesûlîyetê divê hereket bikin û pêwîst e erk û wezîfeya anîna ba hev ango sazkirina yekîtî û wehdetê bigirin li ser milên xwe.Divê ew îxtîlaf, mezheb û cudahîyên fikrî yên  di nava Ummeta Îslamê de nebin sedema tefrîqayan; berewajî divê ev hêman  wek çavkanîyên dewlemendîyê yên ku dê bo tesîskirina yekîtîya ummetê fêde jê bên girtin, bên dîtin. Bi vê hesasîyetê em alimên Îslamê, wan kesên Ehlê Qiblê ji xwe re bira dihesibînin û vê yekê ji bo wehdeta Îslamê esas dibînin û em îlan dikin ku ji teref Mislimanekî ve ji birayê xwe re ezîyetkirin ne caiz e.Sedema derketina holê ya fikr û eqîdeyên  xeyrî Îslamî û sedema di nav me de bicîbûna dijminên Îslamê û sedema dagirkirina axên me, îhmalkirina xebatên îrşad û îhyakirinê ya ku divê ji teref ulemayê ve bê kirin e. Ew alimên Îslamê, di çarçoveya têgihiştina ‘alim warisên pêxemberan in’ de divê xwe ji  îfrad û tefrîdê muhafaze bikin û Îslamê bi vî awayî ji civakê re teqdîm bikin. Her wisa divê rêyên xelasîyê ji bo ummetê bigerin da ku ji halê ku tê de ye bê xelaskirin.Ew medreseyên ku di temamê dîroka Îslamê de  ji bo Mislimanan bûne navendên ilm, îrşad û perwerdekirina însanên rêber ,di roja me de vê erk û rola xwe winda kirine.  Ew sazî û medreseya bi navê Medresetuzzehra a ku ji teref Ustad Bedîuzzeman Seîdê Nûrsî ve dihat xwestin bê damezrandin, li gor şert û mercên wê rojê, projeya bi medreseyan danqezenckirina nasnameya rastî û heqîqî bû. Ji bo medrese bersivên bibin pêdivîyên roja me û ji bo derkevin asta ku tê xwestin, divê ji vê projeya Seîdê Kurdî îlham bê girtin. Ji bo vê yekê jî di çarçoveya damezrandina medreseyên ku dê însanên pêşawa û rêber perwerde bikin de,  di vê hevdîtinê de dê komîsyonek bê avakirin. Ev komîsyon dê li gor derfet û îmkanên xwe hevdîtinan bike û bo derbarê vê mijarê de projeyekê derîne holê  dê hewl bide.Micadeleya bi tekfîrvanî, înkara sinnetê, taasuba nîjad û qewmî, mezhepwanî û cehaletê re hedefên hevpar a medreseyan in. Divê xêza sahîh û weset a Îslamî bê esasgirtin û bi van re micadele bê kirin. Ev organîzasyon bo vê hedefê pêk bîne û bo îhyakirineke civakî dê li sahaya micadelê de be.Di çareserkirina li gor esasên şer’î ya îxtîlafên mehellî ya di nava civakê de divê alim û medrese  bibin pêşîvan. Ji bo vê yekê her alimek ji bo wan îxtîlafên mehellî yên li herêma xwe çareser bike divê gelekî zêde bixebite û di nav xelkê de be û bi wan re eleqedar bibe.Divê li dijî wê xerabûn û ji eslê xwe dûrketinê seferberîyeke exlaq û iffetê bê destpêkirin. Di vê mijarê de divê alim û medrese bibin pêşawa û divê xebateke lê hêja û baş bikin û ji temamê amûrên ragihandinê îstîfade bikin û xelkê îhya bikin.Ew zimanê perwerdehî û mufradatê ya li medreseyan, li gor herêm û medreseyan ji hev cuda ye. Ev yek jî li ber lihevkirin û nasîna çandî, tebadûla muderris û talebeyan û pêwendîyê dibe asteng. Her çiqas temamê medreseyan bi zimanê herêma xwe perwerdehîyê bidin jî divê ziman û mufredateke hevpar a medreseyan hebe. Divê di vî warî de xebatên pêwîst bên kirin û astengîyên li ber nasîna hev û lihevnekirinê bên rakirin.Li alema Îslamê gelek zêde hevdîtin û organîzasyonên ku alim ji wan re pêşîvantî dikin tên tertîpkirin. Bo nasîna hev, pêşvebirina pêwendîyan û xebata digel hev, ew ê di van hevdîtinan de tiştên pêwîst bên kirin û gavên lazim bên avêtin.Ji bo bişikleke birêkûpêk û rast û dirûst ev Hevdîtina Aliman ji civakê re bê teqdîmkirin û bo pêwendîyeke bi sihhet, dê malpereke înternetê bê sazkirin.Ev organîzasyon, hewl û xîretên pîrekan a di warê tahsîlkirina ilmên dînî de tadqîr dike.Hevdîatina me ya 4emîn, înşallah sala were dîsa dê li Diyarbekirê bê tertîpkirin.

Ev organîzasyon û hevdîtina ku ji bilî qezenckirina riza Xwedê pê ve tu meqsed û hedefa wî tuneye, ew ê di rêya rizgarî û wehdeta Ummeta Îslamê de xebatên ku dê bibin wesîle bidomîne. Xweda ew ê xebatên wan kesên ku di vê oxirê de bixebitin zayî û heba neke.

Dawîya diaya me ji Xwedayê ku Rebbê Aleman e re ye hemd û şikir kirin e.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.