Davutoglu axavtina xatirxwestinê kir

Davutoglu axavtina xatirxwestinê kir

ENQERE - Serokwezîr Ahmet Davutoglu di Kongeraya Derasayî ya AK Partiyê ya 2yemîn de axavtina xatirxwaziyê kir.

Serokwezîr Ahmet Davutogluyê ku di  Kongeraya Derasayî ya AK Partiyê ya 2yemîn de axavtina xatirxwaziyê kir diyar kir ew wefaya ehda xwe ji ser her tiştî re girtine û ew ê ji meqam, mewqî û qoltixan xatir bixwazin lê ew ê tu wextî ji ehda xwe,  ji doza xwe xatir naxwazin.

Serokwezîr Ahmet Davutoglu di Kongeraya Derasayî ya AK Partiyê ya 2yemîn de axavtina xatirxwaziyê kir.Davutoglu di axavtina xwe ya xatirxwaziyê de diyar kir ev kongre, kongreya xatirxwestinê nîne ev kongre, kongreya wefayê ye. Davutoglu dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Me wefaya ehdê ji ser her tiştî re girt. Birayên min em ji meqam, mewqî û qoltixan xatir dixwazin, lê em tu wextî ji ehda xwe ji doza xwe û ji şîarên xwe venagerin û dev ji wan  jî bernadin.”(ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler