Dayîkeke din jî bê dîtina lawê xwe wefat kir

Dayîkeke din jî bê dîtina lawê xwe wefat kir

Dayîka Yahya Mîrzaogluyê ku ev 23 sal e ji ber nasnameya xwe ya Îslamî di zindanê de ye Zekiye Mîrzaoglu bê dîtina lawê xwe wefat kir.

Yahya Mîrzaogluyê ku ev 23 sal e ji ber nasnameya xwe ya Îslamî di zindanê de ye piştî wefata bavê wî dayîka wî jî çû rehma Xweda. Daxwaziya Zekiye Mîrzaoglu di beriya mirina xwe de bes dixwast ku lawê xwe bibîne.

Malbata Mîrzaoglu ya ku muemeleya cinazeya Zekiye Mîrzaogluya ku bê dîtina lawê xwe wefat kir pêk anî ji ber vê rewşê bertek nîşan da. Malbat diyar kir ku mehkûm Yayha beriya wefata wê dayîka xwe nedît. Qe nebe bila bê taziya dayîka xwe.  

Kek Îlyas Mîrzaogluyê ku çend meh berê bavê wî wefat kir diyar kir ku bi hinceta ewlehiyê misade nehatiye kirin da ku birayê wî beşdarê taziyê bibe. Dûvre Mîrzaoglu wiha axivî : “Min doh bi rêvebiran re hevdîtin kir. Min destnîşan kir ku dayîka min ber sekeretê ye û daxwaziya wê ya dawî jî ew e ku lawê xwe bibîne. Dayîka min wefat kir. Lê daxwaza wê ya herî dawî nehat cî. Dayîka min bi rewşa xwe ya nexweş tu girtîgeh nema ku nezivirî. Birayê minê Yahya cî nema ku neşandin wir. Dayîka min jî jiber nexweşiya xwe nedikariya biçe dîtins wî. Birayê minê Yahya dixwest ku dayîka xwe bibîne. Ji xwe bavê xwe jî nedît. Rêvebirên dewletê bi hinceta ewlehiyê destûrê nedan wî.”

“Kesên ku ji bo ew bavê xwe nebîne bûn asteng ji bo dîtina dayîka wî jî bûn asteng”

Mîrzaoglu wiha bangewazî kir: “Birayê min bavê xwe nedît. Nekarî bê cinazeya wî. Destûr nedan wî. Dayîka xwe ya ku li ber sekaretê bû nedît. Destûr nehat dayîn. Niha dayîka wî jî çû rehma Xweda. Kesên ku ji bo ew bavê xwe nebîne bûn asteng ji bo dîtina dayîka wî jî bûn asteng. Qe nebe bila destûr bidin bê beşdarê cinazeya dayîka xwe bibe. Vê yekê ji me re zêde dîtin. Em wan hewalê Xweda dikin.”

ÎLKHA













HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.